‘Dilgêş koguş wekî qada lîstikê didît’ 2020-07-02 09:06:44   AMED - Gonul Aslan a bi kurê xwe Dilgeş re li girtîgehê ma û hat tahliyekirin wiha got: “Dilgêş hewadank wek şaneşîn, koxuş jî wek qada lîstikê didît.” Gonulê ji bo Eylem Oylum jî bang kir.   Endama Meclîsa Şaredariya Baglarê Gonul Aslan di 22’ê Gulanê de di operasyona li hember Komeleya Jinan a Rosa de hat girtin û bi kurê xwe Dilgeş yê 2 sal û nîv re hatibû girtin. Li ser bertekên rayagiştî hatibû berdan. Gonulê pirsgirêkên jiya û rewşa Dilgeş vegot.   ‘Wek qada lîstikê didît’   Gonulê got: “Dilgeş biçûk e û fêm nekir ku girtîgeh cihekî çawa ye. Wek qada lîstikê dît. Ji ber zarok tunebûn, qada lîstikê tunebû zehmetî kişand. Em di koxuşên 4 kesî de diman. Qad pir teng bû. Koxuşan deng dida. Dilgeş ji van dengan pir aciz dibû. Dema em nû ketin girtîgehê pênûsa Dilgeş girtin. Dilgeş giriya. Gotin qedexe ye em nadin. Em çawa çûn koxuşê Dilgeş serê xwe li dîwar xist û şikand. Pitşre carekê ket û çima wî zirar dît.”   ‘Hewadank wek şaneşîn didît’   Gonulê bi lêv kir ku Dilgeş hewadank jî wek şaneşîn dîtiye û got: “Em bi sînor diçûn hewandankê. Ji ber vê Dilgeş hêrs dibû. Dema gardiyan dihatin koxuşê Dilgeş êrîşê wan dikir. Dilgeş sibehê dima li benda vekirina deriyê hewadankê ku vebe. Li deriyan dixist. Hewadank jî wek şaneşîn didîti. Hemû zarok vê pirsgirêkê dijîn. Dilgeş nerehet bû divê hefteyê carê biçûna revîrê. Tevî daxwaznameyan em nikaribûn derketa revîrê. Min dermanên wî jî hefteyek şûnde girt.”   ‘Gava wesayîta polîsan dibîne ditirse’   Gonulê destnîşan kir ku tevî ji girtîgehê derketine jî Dilgeş hîna di bin bandora girtîgehê de ye û dema wesayîta polîsan dibîne ditirse û her wiha daxuyakirin ku piştî girtîgehê kurê wê her tim digirî. Gonulê ji bo hemû peyamên piştgirî û piştevaniyê jî spas kir û bal kişand ser rewşa Eylem Oyunlu ya bi kurê xwe yê 2 sal û nîv û pitika xwe ya nû hatiye dinê re di girtîgehê de û got: “Piştevanî gelek girîn e. Eylem zaroka xwe dimijîne. Ger stres bê kirin şîrê wê nayê. Şertên girtîgehê gelek zehmetin. Divê demildest bê tahliyekirin. Girtiyên nexweş jî hene. Divê ew jî bên berdan.”