Çiyayê Kato bi weşikbûna xwe ya xwezayî balê dikişîne 2020-07-02 09:03:23   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Çiyayê Kato ku bi xweşikbûna xwe ya xwezayî balê dikişîne, biharê bi derengî pêşwazî dike. Berfa ku ji serê çiyê dihele û diherike li qûntarê çiyê kom bûye golên avê çêkiriye. Li dora van golên avê ku çêbûne jî kulîlkên reng bi reng ên vebûne xemelek cuda ya xwezayî dane çiyê û li hember vê xweşibûna xwezayî mirov sermest dibe.      Çiyayê Kato ku girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê ye bi xweşkahiya xwe mirov mest dihêle. Çiyayê Kato ji ber berfa li ser dereng dihele bihar lê bi derengî dikeve. Li vî çiyayê ku nûh hembêza xwe ji biharê re vedike li aliyekî berf dihele, li aliyek ava cemîdî diherike û li aliyekî jî xweza bi hemû xemla xwe xuya dike. Kûlîlkên reng bi reng û cûr bi cûr ku li çiyê vebûne xweza xemilandine. Ev xemla xwezaya çiyê şêniyên li derdorê kêfxweş dike.   Li Çiyayê Katoyê Şînahî, sosin, beybûn û gelek kûlîlkên cûr bi cûr ku şîn bûne dîmenekî xwezayê yê balkêş derxisitine holê. Ji cihên ku havîn bi hemû hêza xwe êdî xwe nîşan dide welatî her roj kom bi kom berê xwe didin qûntarê Çiyayê Katoyê ku seyranê bikin. Her wiha koçerên ku li çiyê ji zûde konê xwe vedane û pezê xwe diçêrînin jî xemla çiyê temam dikin.