'Zagona Qeyser ew ê bandorê li ser hemû herêman bike' 2020-07-02 09:01:35   Roj Hozan   REQA - Hevseroka Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid, derbarê Zagona Qeyser, bandorên wê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser û tedbîrên ku ji bo wê bên girtin diyar kir ku Zagona Qeyser ew ê bandorê li ser hemû herêman bike û wiha got:"Zagona Qeyser ew ê bandorê li ser hemû herêman bike. Ji bo vê jî tedbîr û yekgirtin esas e. Ji bo gel di bin bandora vê zagonê de nemîne em hewil didin."   Zagona Qeyser ku di 19’ê Kanûna 2019’an de ji aliyê Serokê Emerîkayê Donald Trump ve hat îmzekirin di 17’ê Hezîrana 2020’an de ket meriyetê. Ev zagon wê ser hemû kesên ku bi Rêjîma Sûriyeyê re dibe alîkar bê ferzkirin. Têkildarî nîqaşkirina xalên girîng ên Zagona Qeyser, armancên derxistina wê, bandora wê ya li ser gelê herêmê û tedbîrên ku ji bo wê bên girtin Hevseroka Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid bi rêya goftugoyê ji me re nirxandin kir.    Di destpêkê de hûn dikarin behsa naveroka Zagona Qeyser (Caesar) ku wekî 'zagona parastina sivîlên li Sûriyeyê' tê pênasekirin, bikin?   Zagona Qeyser (Caesar) di 19’ê Kanûna 2019’an de ji aliyê Meclîsa Konseya Emerîka ve hat pêşkêşkirin. Piştî îmzekirina serokê Emerîkayê Donald Trump di 17’ê Hezîrana 2020’an de kete meriyetê. Bi vê zagonê Emerîka dixwaze zextê li ser Rejîma Sûriyeyê bike. Li gor vê zagonê divê parastina sivîlan esas bê girtin. Leşkerekî berê yê di nava Rejîma Sûriyeyê de ku bi navê Qeyser tê zanîn li zindanên di bin kontrola rejîmê bi hezaran wêneyê îşkenceyê dikşîne û piştre bi raya giştî re parve dike. Piştî ev wêneyan derket holê Zagona Qeyser ket meriyetê. Ev zagon ne tenê li ser Rejîma Sûriyeyê di heman demê de li ser şirîkên rejîmê jî tê ferzkirin.    Bandora Zagona Qeyser a li ser gelên herêmê hûn çawa dinirxînin?   Ew ê ev zagon bandorê li ser hemû gelên herêmê bike. Weke ku me dît bandorên wê  ji roja îlankirinê heya ku beriya bikeve meriyetê jî hebûn. Di asta yekem de di aliyê aboriyê de gel bandorên wê yên neyînî jiya. Ji ber aloziya li Sûriyeyê her ku çû kûrtir bû bê ku ev rêjîma desthilatdar çareseriyeke mayinde bibîne, berovajî wê asta hovîtiyê li dijî gelên Sûriyeyê mezintir kir û wan di hemû cureyên îşkenceyê de derbas kir. Bi sala ye şer li Sûriyeyê ranewestiyaye û li ser erdnîgariya wê şerekî pir dijwar hat jiyîn.  Rêjîma BAAS'ê ji bo parastina berjewendiyên xwe  gelên Sûriyeyê di qirkirinê re derbas kir. Gelek mirov hatin qetilkirin, revandin û yên mayî jî ji malên xwe hatin koçberkirin. Di nava şer de jî di aliyê aboriyê de gel zehmetiyên aborî jiyan, lê piştî pêkanîna Zagona Qeyser kirîza aborî kûrtir bû. Dema nirxê pereyê Sûriyeyê li dijî dolar kêm dibe ev dibe sedema kûrbûna qeyranê.    Rêveberiya Xweser li dijî qeyrana Zagona Qeyser tedbîrên çawa digire û xebatên wan ên di vê çarçoveyê de çi ne?    Weke Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê wê ew jî zehmetiyên vê zagonê bibîne, herêmên me weke parçeyek ji Sûriyeyê ji vê rewşê ne dûr e. Bi salan şer li herêmên me jî hatin jiyîn, heya ku me herêmên xwe ji terora DAIŞ’ê rizgar kir, em bi êrîşên dewleta tirk re rû bi rû man. Ji ber şer û krîzên tenduristiyê jî bandorên neyînî zêde bûn. Weke rêveberî gerek tedbîrên me hebin. Niha em di nava nîqaşên rêgirtina li pêşiya vê kirîzê de ne. Hinek gav hatin avêtin. Me destpêkê şaneya  kirîza aborî ava kir. Di wir de hin proje me pêşkêş kirin û hin jê jî hatin erêkirin. Ji bo kêm zêde em herêma xwe ji bandorên Zagona Qeyser biparêzin me hewildanên pir mezin kirin. Em nikarin bêjin ji sedî sed em ê vê kirîzê çareser bikin, lê heya radeyeke bilind em dikarin encamên wê yên neyînî sivik bikin. Projeyên me yên xweserbûna peydakirina pêdîviyên gel hene, di aliyê çandiniyê de projeyên me hene ku cotkar pêdîviyên gel di aliyê xwarinê de peyda bikin.  Ji ber herêma me di aliyê çandinê de herêmeke dewlemend e û em dikarin bi kedê re vê yekê pêş bixin. Biryarên din jî hene di aliyê saziyên ku pêdiviyan difroşin gel, wê bi nirxekî erzan ji bo gel bên pêşkêşkirin. Her wiha gelek projeyên din di nav destên me de hene. Niha ew jî tên nîqaşkirin. Projeyên me yên ku ji bo heqdestê karmendên ku di Rêveberiya Xweser de cih digirin ew hat pêşxistin. Em dizanin hemû gelê ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne karmendên Rêveberiya Xweser in, lê heya astekê me parçeyek ji vê kirîzê çareser kir. Di demên pêş de hin gavên din hene û wê bên pêşkêşkirin.         Zagona Qeyser ew ê bandoreke çawa li ser têkiliyên di navbera Rûsya, Îran, Rejîma Sûriyeyê û pergala wan a li Sûriyeyê bike?   Li gor hinek madeyên Zagona Qeyser ew ê bandor li ser têkiliyên di navbera Rûsya, Îran, Rejîma Sûriyeyê û pergala wan a li Sûriyeyê bê kirin.  Ji ber li gor hin madeyên zagonê, wê ceza li ser hemû kesayetên dibin alîkarên Rêjîma Sûriyeyê bê ferzkirin. Li gor ku di pergala zagonê de hatiye nivîsandin wê ew jî para xwe ji vê zagonê bigirin. Ev yek wê ne li gor berjewendiyên wan be, ji bo ku ev dewlet berjewendiyên xwe bi dewletên mezin re biparêzin wê dîsa itîfaqên nû bipejirînin, da ku ji Zagona Qeyser bandor nebin. Em baş dizanin  ku ev dewlet ji destpêka aloziyê alîkariyê didin vê rêjîmê û destên wan jî di nava van komkujiyan de heye, ji bo wê divê ceza li wan jî bê birîn.