ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-02 09:00:00   *Hevseroka Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid, derbarê Zagona Qeyser, bandorên wê yên li ser herêmên Rêveberiya Xweser û tedbîrên ku ji bo wê bên girtin diyar kir ku divê Zagona Qeyser berî êrîşan biketa meriyetê û wiha got:"Zagona Qeyser ew ê bandorê li ser hemû herêman bike. Ji bo vê jî tedbîr û yekgirtin esas e. Lê ev zagon divê berî ku dewleta tirk Efrîn, Serêkanî û Girê Spî dagir bike biketa meriyetê."   *Gundiyên gundê Kahbê yê Sûra Amedê ku ava wan hatiye qutkirin, pirsgirêka avê dijîn. Gundiyan destnîşan kirin ku ji ber ava wan qut kirine pêrîşan bûne û bang li rayedaran kirin ku demildest ava wan bê berdan. DÎMEN HEYE   *Çiyayê Kato ku bi xweşikbûna xwe ya xwezayî balê dikişîne, biharê bi derengî pêşwazî dike. Berfa ku ji serê çiyê dihele û diherike li qûntarê çiyê kom bûye golên avê çêkiriye. Li dora van golên avê ku çêbûne jî kulîlkên reng bi reng ku vebûne xemelek cuda ya xwezayî dane çiyê û li hember vê xweşibûna xwezayî mirov sermest dibe.   DÎMEN HEYE   *Nivîskar û helbestkarên jin bertek nîşanî biserdegirtina Weşanxaneya J&J'yê, binçavkirin û girtina nivîskaran dan û wiha gotin:"Naxwazin em bi Kurdî biaxivin, binivîsin û pirtûkan biweşînin. Ji ber vê yekê her tim bi hincetekê astengiyan ji me re derdixin. Lê çiqas bibin asteng û me bigirin jî em ê dev ji pênûsa xwe bernedin. Dixwazin pênûsa me bişkînin lê em ê destûrê nedin." DÎMEN HEYE   *Gonul Aslan a bi kurê xwe Dilgeş re li girtîgehê ma û hat tahliyekirin wiha got: “Dilgêş hewadank wek şaneşîn, koxuş jî wek qada lîstikê didît.” Gonulê ji bo Eylem Oylum jî bang kir. DÎMEN HEYE   *Jinên gundê Gozeliyê ku rastî topbaran û gulebaranên ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve tên, êrîş şermezar kirin û gotin: "Ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê, xewa şevan li me heram e, çav û guhê me her vekirîne. Tevî êrîşan em li gund li berxwe didin."  DÎMEN HEYE   *Jinan bertek nîşanê îşkenceya li hember aktîvîsta TJA’yê Rojîn Çetîn dan û bi lêv kirin ku ev polîtîkayeke dewletê ya bi zanebûn pêk tê ye û gotin: “Heta ku hemû aliyên bindest yên civakê xeta têkoşînê ava nekin wê ev îşkence bidome. Divê li dijî faşîzmê xeta têkoşîna hevpar bê avakirin.” DÎMEN HEYE   *Ceyla Zana û Kurbra. Mirina her sêyan jî wek întîxar derbasî qeydan bûn. Tiştên ku jinan jiyan nehatin dîtin û tenê mirina wan hat temaşekirin.   *Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan Işik da zanîn ku hikûmet ji erdhêjên pêk tê, ji bo bazara TOKÎ’yan bikin dikeve hewldanê û got: “Di erdhêjên ku evqas kes jiyana xwe ji dest didin de jî li pey rantê ne. Gel 20-30 salan kesan deyndar dikin.”BI DÎMEN   *Îro 2’yê Tîrmehê ye. Di ser komkujiya Madimakê ku 35 kes hatin qetilkirin de 27 sal der bas bû. Piştî 27 salan şûnde xizmên kesên jiyana xwe ji dest dan, şahidiya efûya gumanbarê bûyerê ku bi efûya taybet a serokomar hat berdan kirin.