'Di komkujiya Sêwasê de mirovahî hat qetilkirin' 2020-07-01 14:45:07   MÊRSÎN - Jinên elewî kesên di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û gotin,"Sêwas cihê ku mirovahî lê hatiye qetilkirin e."    Jinên elewî li Mêrsînê, di 27'emîn salvegera Komkujiya Sêwasê de kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. Bîranîn li Parka 2'yê Tîrmehê li ber bîrdariya Aştî û Wekheviyê ya Madimakê hat lidarxistin. Di bîranînê de rêz hat girtin û ji aliyê Aynûr Şahîn ve daxuyanî hat dayîn. Aynûrê bi bîr xist ku di doza qirkirinê de tu kes nehatiye cezakirin û got ku divê tişta hat jiyîn neyê jibîrkirin."