Mexmûrî li dijî êrîşan ji Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan re name şandin 2020-07-01 11:09:45   MEXMÛR - Jinên ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dijîn li dijî bêhelwestiya hikûmeta Iraqê ya li hemberî êrîşan, nameyek ji Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan ya Iraqê re şandin û gotin: "Dewleta tirk dixwaze serweriya xaka Iraqê bin pê bike, ji ber vê yekê ewlehiya tu kesê li vir tuneye. Em dibêjin gelo çima ji êrîşên hewayî re destûr tên dayîn? Çima sahaya hewayî ji van balafiran re nayê girtin? Çima li dijî wan êrîşan ya pêwîst nayê kirin?"     Jinên ku li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dijîn bertek nîşanî êrîşên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê dan û nameyek ji Komîsyona Bilind a Mafê Mirovan ya Iraqê re şandin. Jinan di nameya xwe de berfirehî cih dan ser pêkanînên li hemberî wargehê û her wiha bêdengiya hikûmeta Iraqê jî şermezar kirin.    Nameya jinên wargehê wiha ye: "Em penaber in û rêwiyên guhertina 9 waran in. Bi giştî jî piştî ku em ji ber zilma dewleta tirk derbasî xaka Herêma Kurdistanê ya Iraqê bûn. Bi dayina bedelên gelek giran em hatin herêma Mexmûrê. Di her guhertina cih û warekê de me warek xirakir û yek din ava kir. Weke her nîjadek li ser ruyê vê cîhanê, bi ol, ziman, çand û parçeya axa diyarkirî hebûna xwe didomîne û ji ya gelên cîran dide cudakirin, em Gelê Kurd jî xwedî axek qedîm, ziman û çandek dewlemendin.   4 hezar û 500 gundê me hatin şewidandin    Xaka Mezepotamyayê ji gelek netew, çand û baweriyan re malovanî kiriye û her tim gelan kariye li ser vê xaka dewlemend a pîroz bi hevdure bijin.  Lê belê ligel vê dewlemendiya xaka Mezobotamya jî  ji ber polîtîkayên dewleta Tirk di sala 1990 û 1992'yan de bi 4 hezar û 500 gundên me hatin şewitandin, bi sedan welatî hatin qetilkirin, bi hezaran mirov ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Di encama van kiryarên hovane yên dewleta Tirk de em 16 hezar kes ji cihê bav û kalên xwe hatin derxistin, ji ber zilm û zordariyê neçar man ji cih û warên xwe derbikevin û penaberî xaka herêma Kurdistanê û Iraqê bibin. Di sala 1998’an de bi destûra dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbuyî em hatin li vê derê bicih bûn. Ev 20 sal in em li herêma Mexmûrê dijîn û hûn me nasdikin.    Di sala 2014'an de DAIŞ êrîşê wargehê kir   Ji sala 1998’an heya 2014’an em dikarin bêjin ligel her tiştî jiyana me penaberan heya astekî diyar di bin ewlehiyê de bû û gelek pêwîstiyên me penaberan ji aliyê dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî ve dihatin dabîn kirin. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên sala 2014’an û şûnde hem jiyana gelê wargehê ket xeteriyeke mezin, hem jî di aliyê debara xwe pêkanînê de gel ket nav tengasiyên mezin. Ji sala 2014’an heya roja me ya îro bi dehan caran çeteyên DAIŞ’ê êrîş anîne ser me û di her êrîşekê de xelkê me qetil kirin û bi dehan kes jî birîndar bûne.    12 hezar penaber li Mexmûrê dijîn    Niha 12 hezarî jortir kes li wargehê dijîn. Li wargehê zarok, jin, extiyar û nexweşên giran jî hene. Ji ber ku em penaberin û wargehekî penaberane hemû derfetên me yên jiyanê sînordar in. Ji xwe derûniya penaberiyê, kêmderfetî, êş û hesreta warên bab û kalên me ya di dilde dibe derdek dikeve li ser dilê mirov. Dema êrîşên dijmin dijwartir dibin û bi firokeyan tên li vir nîva şevê di xew de bombabaran dikin vê carê jiyan bi temamî dikeve bin xeteriyek dijwar de. Di nava van hemû êş û zehmetiyan de bê guman em jin dibin maka kişana van hemû zehmetiyan û barê jiyanê yê herî zede dikeve ser milê me jinan e.    Bi derketina vîrûsa koronayê re jî rewşa me ya aborî, derûnî, şert û mercên jiyanê zehmettir bûn. Ji ber vê yekê weke jinên wargehê, di aliyekê de em bi nexweşiya koronayê re têdikoşin, di aliyê din de ev bû qasî salekê rêgirtin û abargoya ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser me danî de, rewş û barê me jinan gelek giran bûye. Her wiha wek hûn jî dizanin liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li herêmê metirsiyekî mezin dide çêkirin.   Neteweyên Yekbûyî çima bêdeng e?   Li kêleka van hemû bûyeran jî ji sala 2017’an ve heta îro wargeha Mexmûrê 5 caran ji hêla balafirên şer ên dewletaTirk ve hatin bombekirin. Di van bombebaranan de gelek hemwelatiyên wargeha me hatin qetilkirin û birindar bûn. Em gelek caran ji xwe dipirsin çawa çêdibe ku firokeyên dewletekê sînorên dewletekê derbas bikin û bên me qetil bikin. Em ve baş dizanin û dibînin bombabaranên ku li ser me çêdibin binpêkirina serweriya axa dewleta Iraqê ye. Wargeha me hem di bin ewlehiya dewleta Iraqê û ya Neteweyên Yekbûyî de ye. Lê çima dewleta Tirk tê me bombebaran dike û deng û helwesta pêwîst ne ji dewleta Iraqê, ne jî ji Neteweyên Yekbûyî derdikeve.    Em hemû bi awayek eşkere û diyar siyaseta dewleta tirk ya ku li herême pêktîne dişopînîn. Dewleta tirk di nava hewildana dagirkirina xaka Iraqê û pêkanîna pergala împaratoriya Osmaniyan de ye. Bi gelek belgeyan hat piştrastkirin ku dewleta Tirk xwest bi destê çeteyên wek DAIŞ’ê herêmê kontrol bike, lê dema çeteyên DAIŞ’ê bin ketin vê carê dewleta tirk bi fermana Erdogan bi xwe dixwaze dewletên ciranên Tirkiyeyê dagir bike û bêxe bin kontrola xwe.    Li vir ewlehiya me tune ye   Raste niha tu ewlehiya jiyana me nîne, em li ser xaka we jiyan dikin û li vir penaberin bi destûra we li vir bi cih bûne. Lê em dibînin ewlehiya me tune ye. Dewleta tirk dixwaze serweriya xaka Iraqê bin pê dike, ji ber vê yekê ewlehiya tu kesê tuneye. Ji ber vê yekê em ji xwe dipirsin gelo çima destûr ji van êrîşên hewayî re tên dayîn? Gelo çima sahaya hewayî ji van balafiran re nayê girtin?  Ma bombabaran kirina xaka we ne sînor derbas kirin û tecawizî xaka we kirine? Çima li beramberî van êrîşan ya pêwîst nayê kirin?     Derûniya zarokên me xirab bûye   Em weke jinên li Mexmûrê dijîn û dibînin ku jiyana me û yên zarokên me dibin xeteriyek mezin de ye, em naxwazin her roj bi vê fikarê bijîn. Ka wê kengê firokeyên dewleta Tirk bên me û zarokên me qetil bikin û malên me xirap bikin. Di dema her êrîşekê de heyetên we erkdarkirîne jî hatin rewşa me dîtin ka çawa balafirên dewleta Tirk tên me qetil dikin. Bi  rojane balafirên keşfê yên dewletaTirk li ser esmanê Mexmû rê digerin, derûniya zarokên me xirap dikin, heyetên ku ji aliyê we ve hatin şandin me raporên xwe pêşkêşî wan kirin, dîtin ka em li ser xaka we çawan tên bombebaran kirin.    Li dijî êrîşan erka xwe pêk bînin   Em weke jinên penaber ên vê wargehê bang li we birêzan dikin ku em îro li ser xaka we dijîn; bi salane wek civaka wargehê me tu caran binpêkirinên qanûnên dewleta Iraqê ne kirine. Her tim em bi gelê herême re di nava danûstandinên xwişk û biratiyê de em dijîn. Bi salan we hemû pêdiviyên me yên jiyanê pêkanîn û parastina me kir. Niha em dîsa ji we daxwaz dikin ku li hemberî van êrîş û gefên dewleta tirk li me dike, hûn li me xwedî derkevin û parastina me û zarokên me bêxin bin ewlehiyê de.    Divê bertek bên nîşandan   Daxwaza me ji we hûn rê nedin balafirên dewleta tirk sînorên we derbas bike û were li ser xaka we me bombabaran bikin û me û zarokên me qetilbikin. Em di wê baweriyê de ne ku hûnê li me xwedî derkevîn, bertekên ku heya niha hatine dayin nekariye me ji êrîşên dewleta Tirk biparêze. Hêvî û daxwaza me ji we li hember êrîşên dewleta Tirk bertek û nerazibûnên wê hin bi hêztirbin, da ku dewleta Tirk neyê me qetil neke.”