Meclîsa Îştarê bi bernameyekê Zeynep Kinaci bi bîr anî 2020-07-01 09:13:10   MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji hêla Meclîsa Îştarê ve ji bo Zeynep Kinaci bernameyek bîranînê hat lidarxistin.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bernameyek bi bernameyek hat bibîranîn. Bernameya bîranîna bi pêşengiya Meclîsa Îştar ve li Navenda Çand û Hunerê hat lidarxistin. Beriya bernameyê ji bo tevahiya cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Meclîsa Îştar Sebrê Îşlek axivî.    Sebrê, wiha behsa keseyeta Zeynebê kir: “Heval Zilan di temenê xwe yê ciwantiyê de rastiya Rêber Apo naskir. Hîn salek bû tevlî têkoşînê bû çalakiyeke bi vî rengî pêk anîn. Em dîsa di keseyata Zilan de hemû cangoriyên xwe bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan di tewinin.”   Piştî axaftina Sebrê Îşlek, Koma Kulîlkên Rojê, Koma Strana a Şehîd Berçem derket ser dikê. Piştî guhdarkirina muzîkê xelata tîma Şehîd Delal Amed ya ku di turnuvaya voleybolê de ya ku ji bo bîranîna Zeynep Kinaci hatî lidarxistin hat dayîn. Bernameya biranînê piştî xelat dayînê bi stranên Koma Tev Çandê bi dawî bû.