‘Dayika Makbûleyê têkoşîna aştiyê dida’ 2020-07-01 09:10:08   AMED - Havva Kiran bertek nîşanê girtina endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Makbule Ozbek, da û got: “Makbuleyê jiyana xwe da aştiyê. Ji bo pêşî li mirinan bigire têkoşîn da. Gelo cihê vê dayikê girtîgeh e?”   Di 26’ê Hezîranê de ji aliyê serdozgeriya komarê ya Amedê ve sedegirtinên malan pêk hatin û di nav de endamên rêxistinên civaka sivîl, endamên Dîwana KCD', aktîvîstên TJA û Komeleya Jinan a Rosa, Dayika Aştiyê Makbule Ozbek jî hebû û hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ya qeyûm tayînê şûna wê bûbû, bi giştî 44 kes hatin binçavkirin.   Makbule Ozbek a 72 salî hat girtin   Ji 44 kesî 22 kes hatin berdan û 22 kes jî hatin girtin. Yek ji van jî endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Makbule Ozbek bû. Makbule 72 salî ye û gelek nexweşiyên wê hene. Tevî vê hat girtin.   Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran der barê girtina Makbuleyê de nirxandin kir.   ‘Ev nakokî çi ye’   Havvayê got: “Di pêvajoya pandemiyê de ji bo kesên di ser temenê 65’î de qedexe anîn. Di wan rojan de endamên meclîsê hatin binçavkirin. Desthilatdarî li gorî kêfa xwe tev digere. Ez jî hatim binçavkirin. Her roj di televîzyonan de dibêjin tedbîran bigirin. Gelo ev nakokî çawa dibe? Dayikên 70-80 salî binçav dikin.”   ‘Bila dayika Makbule demildest bê berdan’   Havvayê bi lêv kir ku Makbule 72 salî ye û 4-5 rojan di bin çavan de hatiye girtin û got: “Gelek nexweşiyên wê hene. Di vê rewşê de girtina wê dijmirovî ye. Makbule rojek beriya binaçvkirinê çûye nexweşxaneyê. Dermanan bi kar tîne. Dayika Makbule jiyana xwe da aştiyê. Ji bo pêşî li mirinan bigire têkoşîn dan. Gelo cihê vê dayikê girtîgeh e? Divê ew dayik nehatiba binçavkirin jî. Temenê wê zêde ye. Di vê pêvajoya vîrusê de hat girtin. Divê demildest dayika Makbule bê berdan.”   ‘Em ê heta dawî têbikoşin’   Havvayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê heta aştî pêk bê têkoşîna xwe bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernadin. Heta aştî neyê em ê nesekinin. Em dayik êşa hev fêm dikin. Em têkoşîna mirovahiyê didin. Bedel çi dibe bila bibe em ê têbikoşin. Em li alî çareseriyê ne.”