'Ji bo avakirina civakeke zana em ê xwendina xwe bidomînin' 2020-07-01 09:08:17   Lîlav Elî    ŞEHBA - Xwendekarên Herêma Efrînê yên ku li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê xwendina xwe didomînin wiha gotin:"Tevî zehmetiyan jî em dixwazin xeyalên xwe yên pêşerojê pêk bînin. Ji bo avakirina civakeke zana em ê xwendina xwe bidomînin."   Xwendekarên  Herêma Efrînê yên ku li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê dixwînin dest bi ezmûnên werza duyemîn kirin. Bi derketina qedexeya çûn û hatinê ya ji ber Vîrûsa Koronayê, xwendekar ji xwendina xwe bê par man. Yên ku ji deverên dûr  jî li zanîngehê dixwendin mîna Kobanê û Şehbayê jî vegeriyan bajarên xwe û deriyê zanîngehan hat girtin. Bi rakirina qedexeyê re zanîngeh vebûn, ji ber xwendina bi rêya onlîneyê têrê nekir ku xwendekar waneyên xwe baş fêr bibin ji nû de xwendekaran li zanîngehê dest bi dersên xwe kirin. Niha jî li Herêma Şehbayê ji bo xwendekarên zanîngehê ezmûn tên çêkirin û nêzî 114 xwendekarî beşdarî ezmûnan bûn. Têkildarî mijarê xwendekaran nêrînên xwe parve kirin   ‘Vîna me ji astengiyan bi hêztir bû’   Xwendekara fakulteya bijîşkiyê Zarîfe Hemkaro ser vekirina zanîgehê wiha nêrîna xwe anî ziman: “Derketina Vîrûsa Koronayê bû sedem ku îsal em hindekî dereng dest bi ezmûnên xwe bikin. Bi qedexeyê re em ji Qamişloyê vegeriyan Şehbayê û me xwendina xwe ya zanîngehê ya werza duyemîn dewam nekir. Tevî zehmetî û kêmderfetan jî bi rêya onlineyê me dikarîbû xwendina xwe dewam bikin, lê ev yek têrê nekir ji ber gelek mijar hene divê di warê piratîkê de bên çêkirin. Me dikarîbû heya radeyekê em ser waneyên xwe bixebitin. Vîna me ji astengiyan bi hêztir bû.”   ‘Em ê bibin nifşên pêşxistina civaka azad’    Zerîfeyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser armanc û xeyalên xwe yên pêşerojê û wiha domand: “Me bi zimanê dayikê xwendina xwe dewam kir û ji bo avakirina civakeke xwedî zanist em di welatê xwe de fêr bûn. Xeyalên me em pêşerojeke xweş bijîn, bibin xwediyên fikirê azad û pêşengên zanista civakê.”   ‘Mirovên xwedî armanc dikarin zehmetiyan derbas bikin’   Xwendekara beşa Jîneolojiyê Avrîn Hesen ser vekirina zanîngehê û pêşkêşkirina ezmûnan wiha nêrîna xwe ji me re parve kir: “Bi vekirina zanîgehê re em êdî baş xwendina xwe berdewam dikin, ji ber zehmetiyên me yên bi rêya onlineyê ku gelek caran înternet tunebû û caran jî ceylan nebû, di vî alî de xwendina me kêm dima. Gelek mijarên hesas hebûn lê ji ber qelsbûna înternetê em nikaribûn li ser wan bixebitin, ji bo ku em xwendina xwe bi awayekî baş temam bikin vekirina zanîngehê gaveke erênî bû. Em dikarin tiştên derbas bûye temam bikin, mirovên xwedî armanc dikarin hemû zehmetiyan derbas bikin. Ez serkeftinê ji hemû hevalên xwe re dixwazim.”