‘Normalkirina îşkencê bû peywira waliyan’ 2020-07-01 09:03:48   ENQERE - Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevîrmen diyar kir ku daxuyaniya walîtiyê ku derbarê êrîş û îşkenca bi kuçîkan a li hember aktîvîsta TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn pêk hatiye, nayê qebûlkirin û got: “Vegotina îşkencê tune.” Dîrayet Dîlan Taşdemîr ya HDP’î jî got ev êrîş di dema nû de ji bo kurdan peyameke nû ye û got: “Normalkirina îşkencê bûye peywira walîtiyê.”   Di 26’ê hezîranê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve bi hinceta lêpirsîn derbarê wê de tê meşandin li Amedê bi ser malê de hat girtin û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA), endama Lijneya Rêveberiya Herêmên Demokratîk û hevşaredara berê ya Artemeta Wanê Sevîl Rojbîn Çetîn bi êrîş û îşkenceyê re rûbirû ma. Polîsan bi awayekî nîv tazî wêneyên wê kişandin û bi mirinê tehdîdkirin. Rojbîn hîna di bin çavan de ye.   Di pêvajoya dawî de Amed bi taybet bi îşkenca bi çûkan tê rojevê û di heman demê de êrîş û îşkenca polîsan a li hember jinan jî zêde bûye. Li dijî îşkencê bertekek cidî a raya giştî ava bûye. Walîtiya Amedê jî îdia kir ku êrîşa fîzîkî û bi kuçikan a ji aliyê polîsan ve hatiye kirin derveyê rastiyê ye û got polîs bi kademe zorê bikar tîne.   Lijneya Rêveberiya Navenda (MYK) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nuray Çevîrmen û parlamentera Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP) ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr mijar nixandin û diyar kirin ku di şexsê Rojbînê de di pêvajoya dawî de bûyerên îşkencê zêde bûne.   ‘Sûcê îşkenca zayendî pêk hatiye’   Nurayê daxuyakirin kirin ku derbkirina Rojbînê, lêgerînkirina mala wê û sê saetan îşkence lê kirin, bi kuçikan îşkence kirin, hemû rastiya îşkencê nîşan dide û got: “Rojbînê devûrû radizînin û derb dikin. Nîvê wê tazî wêneyên wê dikşînin. Her wiha tê dîtin ku sûcê îşkenca zayendî pêk tê.”   ‘Daxuyaniya walîtiyê îşkencê normal dike’   Nurayê bi lêv kir ku îşkence bi tu awayî nikare bê vegotin û daxuyaniya walîtiyê ya wekê ‘bi kademî zor hatiye bikaranîn’ nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: “Ev daxuyanî bi giştî îşkencê rutîn dike. Ev daxuyaniyeke ji bo normalkirina îşkencê ye. Bi tu awayî îşkence nikare hebe. Îşkence îşkenceye. Sûcê mirovahiyê ye. Yên îşkence pêk anîne, yên talîmat dane û bi awayekî fîîlî kê pêk aniye divê der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin.”   ‘Gelek cureyên îşkencê pêk tên’   Nurayê îşkenca li hember jinên li Halfetiyê hatin binçavkirin, pêk hatiye jî bibîr xist û da zanîn ku li navendên binçavkirinê, li cihên ne fermî û di çalakî û bernameyan de gelek cureyên îşkenceyê pêk tên. Kesên tên binçavkirin û demek dirêj agahî jê nayên girtin, derdixin dadgehan. Di dadgehan de tê dîtin ku demek dirêj îşkence li wan tê kirin. Gelek cureyên îşkencê li Tirkiyeyê hene. Ev îşkenca bi kuçikan hatiye kirin jî bûyera duyem e. Ev pêkanîn bi tu awayî nayên qebûlkirin. Demên dawî de gelek serdanên der barê şîdeta polîsan de tên kirin. Divê demildest dest ji van polîtîkayan bên berdan.”   ‘Ev peyameke’   Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr jî der barê daxuyaniya walîtiyê de axivî û da zanîn ku ev daxuyanî ji bo normalkirina îşkenceyê hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Normalkirina îşkencê bûye peywira sereke ya walîtiyê. Berê jî li Amedê rewşek wisa hatibû jiyîn. Wê demê jî walîtiyê daxuyaniyek wisa dabû. Bi heman derew û manîpulasyonê rewş hatibû berovajîkirin. Ev êrîş di dema nû de ji bo kurdan wek peyameke çewisandinê ye.”   Dîrayetê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ev êrîş nêzîkatiya AKP’ê ya li hember kurdan û jinan nîşan dide û ev tişt anî ziman: “Hedefgirtina Rojbînê hinek peyaman dihewîne. Rojbînê berê li hevşaredariya Artemetê kiriye û ji sedî 70 deng girtiye. Rojbîn di rayagiştî de tê zanîn, jineke têkoşîna jinê dimeşîne ye, endama Komxebata Stargehan a Tirkiyeyê ye. Di heman demê de civaknas e. Di çarseriya demokratîk a kurd de jineke ku kedek mezin daye. Kurd, jin û muxalîf e. Îşkenca li Rojbînê hatiye kirin, konsepta înkar, îmha û şer a AKP’ê ya li hember kurdan nîşan dide.”