Fedekarî û têkoşîna van 12 jinên têkoşer mayindeya nirên şoreşa jin e 2020-07-01 09:02:45   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Jinên têkoşîn, pêşengî û fedekarî kirin di heman demê de bûn parêzvanên mîrasa jinên kurd ên leheng. Jinên serî netewandin bi êrîşên herî hov re rû bi rû man û di encamê de bûn çirûskên azadiya tevahî jinan. Niha dîsa ji aliyê jinan ve xwedî li mîrateya jinên serî netewandin, tê derketin.     Di dîroka Gelê Kurd de bi sedan jinên têkoşer parastina welat, azadiya jinê, nasname û hebûna civakê kirin. Lê pergala netew-dewletê ya mêrê serdest û paşverûtiya civakan, jinên berxwedêr her tim ji xwe re weke xeterî dibînin. Loma ji bo têkbirina pêşengên civakê  rê û rêbazên cuda yên tunekirina birdozî, fîzîkî û çandî bi kar tînin. Têkoşîna Sakîne Cansiz, Leyla û Fîdan, keda Fatma Ûyar, Pakîze û Sêvê, berxwedana Hevrîn Xelef, Amara û Yadê Eqîde, fedekariya Zehra Berkel, Hebûn û yadê Emîne jî xwedîderketina heman rastiyê ne.   Komkujiya Parîsê: Sakîne, Fîdan û Leyla   Di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Firansayê ya bi navê Parîsê komkujiyek di derheqê sê jinên têkoşer de hat kirin. Ew komkujî li seranaserî cîhanê û li Kurdistanê erd û ezman hejand ku di encamê de 3 çalakvanên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Di 2018'an de hat teqezkirin ku mîtên dewleta tirk ev komkujî pêk anîne. Tevî ku hemû îsbat  ji bo  dewleta Firansayê hatin pêşkêşkirin, kesên sûcdar hîna serbest digerin û tu ceza li wan nehatiye birîn.    Komkujiya Silopiyayê: Fatma, Pakîze û Sêvê   Di 4'ê Çileya 2016'an de endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopyayê Pakîze Nayir li navçeya Silopyayê ya Şirnexê di berxwedana Xwerêveberiyê de, ji aliyê artêşa tirk ve hatin qetilkirin. Li gor şahidên bûyerê di wê demê de makîneyeke leşkerî hersê jinên siyasetmedar  gulebaran kir û di encama birînên xwe yên giran de jiyana xwe ji dest dan. Ji bo şermezarkirin û xwestina edaletê li Bakurê Kurdistanê, perçeyên din û derveyî welat meşên girseyî hatin lidarxistin. Lê dewleta tirk tu helwest nîşan neda, kujer jî nehatin darizandin.    Qetilkirina bi rêbazên hov: Hevrîn, Yadê Eqîde û  Amara    Dewleta tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de bi balafirên şer û topan êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.  Di nava vê êrîşê de careke din sê jinên siyasetmedar, leşker û dayikên pêşeng hatin hedefgirtin. Di 11'ê Cotmehê de sekretera giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef ji aliyê komên çeteyên girêdayî dewleta  tirk ve bi rengekî hov  hat qetilkirin. Porê wê hatibû hilkişandin û amûrên dijwar li dijî wê bi kar anîbûn. Ji ber vê îşkenceya dijwar Hevrînê jiyana xwe ji dest da.    Her wiha di 13'ê Cotmehê de di encama bombebarana dijwar a dewleta tirk a li dijî karwanê sivîlan ên şêniyên Serêkaniyê de Endama Kongreya Star yadê Eqîde ku ji salên 1999'î de bê navber kar û xebatên civakî dida meşandin, jiyana xwe ji dest da. Di heman çarçoveyê de di  21'ê Cotmehê de komên çeteyan êrîşî navçeya Çelebî ya girêdayî Kobanê kirin ku di encamê de şervana YPJ'ê Amara Rênas jiyana xwe ji dest da. Komên girêdayî dewleta tirk bi rêbazên bê exlaqî, bi bedena Amarayê lîstin û pişt re dîmenên wê li ser medyaya civakî parve kirin.   Êrîşa li dijî  jinên Kongreya Star: Zehra, Hebûn û yadê Emîne   Dewleta tirk di 23'yê Hezîranê de bi balafirên keşfê yên bê mirov gundê Helincê yê Kobanê bombebaran kir. Di encama êrîşê de endama koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, ji Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêranê Hebûn Xelîl Mele û dayika Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan.  Dewleta tirk bi rengekî eşkere jinan dike hedef û êrîşî nirxê şoreşa wan dike.    Xeta azadî û têkoşîna jinê her ku diçe bi hêztir dibe   Dewleta tirk di vê serdema ku em tê de dijîn, bi hevkariya hemû dewletên serdest û zordar, têkoşînvan û pêşengên civakê armanc girtine, da ku têkoşîn û berhemên tevgera jinê têk bibe. Armanca hedefgirtina jinan tunekirina tevahî destkeftî, nirx û hebûna civakê ye. Dewleta tirk her çend salan heman kiryar û êrîşan li herêmên kurdan dubare dike. Dubarekirina êrîşan rastiya hilweşîna bingeha pergala desthilatdar û serdestan radixe ber çavan. Têkoşîna van 12 jinên têkoşer û gelek jinên weke wan vala neçû. Di roja îro de jinên Kurd li tevahî Kurdistanê xwe li ser mîrasa wan bi rêxistin dikin, hevgirtina xwe bi hêz dikin û xwedî li destkeftiyên têkoşîna hev derdikevin. Roj bi roj hişmendiya zayendperest ber bi têkbirinê ve dibin.