'Çend zehmet be jî jiyan li zozanan xweş e' 2020-07-01 09:01:20   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Şêniyên Elkê ji bo pezê xwe berê xwe didin zozanên di navbera Çiyayê Kato û herêma Marînosê û du demsalan li vir dimînin. Jinên ku serê sibêhê şiyar dibin heta derengê şevê dixebitin. Ji bo jinan kar çend zehmet be jî jiyana li zozanan xweş e.    Zozanên navçeya Elkê ya Şirnexê ku di navbera çiyayê Kato û herema Marînosê de ye bi erdnîgariya xwe mirovan matmayî dihêle. Şêniyên li Elkê dijîn her biharê berê xwe didin zozanên Mêrga Pînyayê. Li vir konên xwe vedidin û pezê xwe li vir xwedi dikin. Ji bo jinan kar hêj di serê sibêhê dest pê dike û heta derengê şevê didome. Jinên ku li vir pezê xwe xwedî dikin da zanîn ku ligel zor û zehmetiyan dîsa jî jiyan li zozanan xweş e.    Hemaîl Cîn (65), da zanîn ku 4 sal beriya niha bi erebeyan dihatin zozanan û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Niha ji ber zehmetiyan em êdî naçin û nayên. Em li cihê ku dimînin konê xwe vedidin, li vir dimînin. Li zozanan jiyan xweş e. Em serê sibêhê di saet 06 û 07'an şiyar dibin û piştî taştê em diçin nava pezê xwe. Heta dereng em di nava pez de dimînin. Em şîr kom dikin û dikin penîr û mast. Her wiha ligel vî karî jî em li zozanan ji bo penîr sîrikan jî kom dikin. 50 pezên min hene. Lê belê pezên me hemûyan di nav hevdû de ne. Niha bi giştî hezar 100 pez hene."   ‘Kes êdî wek berê nayê zozanan’   Hemaîl, di axaftina xwe de bal kişand ser debara xwe û got: "Em debara xwe bi xwedîkirina sewalan dikin. Zozanên ku em niha lê ne Mêrga Pînya ye. Ev der gelek xweşe. Em ê piştî demekî din berê xwe bidin Mêrgêta Sotî. Ji bo me kijan cih ji bo pez baş e em berê xwe didin li vir. Niha em nezî 24 malbat li vir in. Dema zivistanê jî em berê xwe didin gundê xwe û em li gund pezê xwe xwedî dikin. Wekî berê kes nayê zozanan."   ‘Em her sal berê xwe didin zozanan'    Nazê Ataman (55) bi eslê xwe ji Elkê ye îsal dîsa berê xwe da zozanan. Nazê wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dema dibe bihar em berê xwe didin zozanan. Em 4 û 5 mehan li zozanan dibînin û dema dibe zivistan em berê xwe didin Elkê. Em zivistanan pezên xwe li gund xwedî dikin. Em bi firotina şîr, penîr û mast debara xwe dikin."   'Piştî karê rojanê em diçin pezê xwe didoşin'   Nazê destnîşan kir ku serê sibêhê zû şiyardibin û taştê dixwin, nan dipêjin û wiha qala karê xwe yê rojane kir: "Piştî karê rojane diqede wextê pez tê û em diçin pezê xwe didoşîn. Berê li vir mîhrîcana berxbiriyê dihat lidarxistin. Lê niha mîhrîcan nayê li dar xistin. Em niha li Mêrga Pînyayê ne, em ê heta 20 rojên din berê xwe bidin Mêrgêta Sotî. Piştî demekî din em ji wir jî berê xwe bidin cihekî din. Ji bo pezê xwe li ku derê gihayê xweş hebe em ê berê xwe bidin li vir."   ‘Ligel zehmetiyê jiyanek xweş e'    Nazê, diyar kir ku koçerî gelek zehmete lê xweşe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Berê 4 salan em bi erebeyan dihatin û diçûn. Ji ber ku heqê erebeyan gelek giran bû, îsal me li vir kon vedan. Zozanên me gelek xweş in. Dema em tên zozanên vî derê bêhna me fireh dibe. Em nava rojê dixebitin, dema dibe êvar jî em lokizên xwe pêdixin. Carna jî agir pêdixin û ciwan li dora agir govendê digirin. Ligel jiyaneke zehmet bê jî di nava xwe de xweşikiya wê jî heye."