'Zîlanê bi têkoşîn û çalakiya xwe ji tevahî jinan re bû xeta azadiyê' 2020-06-30 15:09:45   HESEKÊ - Bi boneya 24’emîn salvegera şehadeta têkoşer Zeyneb Kinaci (Zîlan) Kongreya Star a navçeya Til Temirê bi semînerekê Zîlan bi bîr anî.   Bi boneya salvegera Zeyneb Kinaci (Zîlan) ku di 30'ê Hezîrana 1996'an li Dêrsimê çalakiyeke fedayî pêk anî bû, îro bi semînerekê ji aliyê jinên Til Temirê, li Saziya Meclîsa Malbatê Şehîdan hat bibîranîn.   Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Komîteya Perwerdeyê Sena Xerîb nameya Ş.Zîlan ku nivîsandibû, xwend.    Paşê ji Rêveberiya Kongreya Star Çîçek Dêrik Ş.Zîlan bi bîr anî û wiha got:"Zîlanê bi têkoşîn û çalakiya xwe ji tevahî jinan re bû xeta azadiyê. Zîlan şerê hişmendiya civakî û adetên civakî ku rê li ber îrade û xwebûna jinan digirt, kir. Di rihê Zîlan de fedakarî, qehremanî , her li pêş bû. Di Şoreşa Rojava û li Bakurê Kurdistanê jî jinên pêşeng ku ev şoreş birêve birin û jê re bûn mînak jî hebûn."   Çîçekê wiha dawî li gotina xwe anî:"Beriya çend salan Sakîne, Fîdan û Leyla, li Bakurê Kurdistanê jî Pakîze, Sêvê û Fatma û duh li Rojava jî Arîn Mîrkan, Avesta, Barîn, Amara, Hevrîn, Yadê Eqîde û îro jî li Kobanê Zehra, Emîne û Hebûn xeta  Zîlanan şopandin û gihiştin asta şehadetê. Li peyî xwe mîraseke dewlemend ji têkoşîn, ked û xebat û rêxistinbûyîna jinê hiştin. Îro bi hezaran jinên têkoşer dibin şopdana Zîlanê."   Semîner bi dirûşma"Jin jiyan azadî" bi dawî bû.