'Îşkence li dijî têkoşîna jinê tê kirin' 2020-06-30 14:11:53   WAN - Şaxa ÎHD'ê ya Wanê, îşkenceya li aktîvîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetîn hat kirin şermezar kir û got ku îşkence li dijî têkoşîna jinê hatiye kirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê, derbarê îşkenceya li endama Rêveberiyên Xecîhî yên Demokratîk û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA)  Sevîl Rojbîn Çetîn Hat kirin de daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya ÎHD'ê ji aliyê Rûken Demîr ve hat xwendin.    'Îşkence sûcekî ku nayê qebûlkirin e'   Rukenê, diyar kir ku tundiya li dijî siyasetmedarên jin û aktîvîstan berdewam dike û wiha berdewam kir,"Îşkence darbeya li dijî demokrasî, mafên jinan e û tê xwestin ku bi îşkenceyê jinan bêdeng bikin. Îşkence ya ku di dema binçavkirina fermî û ya ne fermî de tê kirin bûye wekî karekî ji rêzê. Lê îşkence sûcekî ku nayê qebûlkirin e."