Kongreya Star ji bo salvegera Zeyneb Kinaci meş li dar xist 2020-06-30 13:27:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegra 24’emîn a şehadeta têkoşer Zeyneb Kinaci (Zîlan) Kongreya Star li bajarê Qamişlo, Dêrik meşên girseyî li dar xist.    Têkoşer Zeyneb Kinaci (Zîlan) di 30’yê Hezîrana 1996’an de çalakiyeke fedayî li dar xist. Jina têkoşer zilim û zoriya ser mirovan ya ku ji aliyê hêzên desthilatdar ve dihat kirin, qebûl nekir û canê xwe fedayî doza azadiyê kir. Bi boneya 24’emîn salvegera  şehadeta têkoşer Zîlan Kongreya Star li bajarê Qamişlo û Dêrikê meş li dar xist.   Li Dêrikê Kongreya Star ji bo salvegera têkoşer Zîlan meşiya        Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê yê kantona Qamişloyê bi boneya salvegera şehadeta têkoşer  Zeyneb Kinaci (Zîlan) meşek li dar xist. Meş bi tevlîbûna Endamên Kongreya Star, endamên sazî û dezgehên sivîl û şêniyên Dêrikê pêk hat. Meş ji Qada Azadî dest pê kir û li Qada Jina Azad rawestiya. Di  meşê de wêneyên pakrewanên azadiyê, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hatin hildan.   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê axaftin hat kirin.   Ser navê Kongreya Star Hediya Abdullah axaftin kir û bal kişand ser qehremaniya têkoşer Zîlan û wiha got: "Bi rihê Zîlanan em hemû jinên têkoşer bi bir tînin. Zîlan jineke xwedî vîn bû ji bo wê zilma ser mirovan qebûl nedikir. Vê jina têkoşer  bi çalakiya xwe ya fedayî hêza jinê di dilê me de zindî kir ku em bikaribin li hember dijminên hovane bibin bendên têkoşînê. Bi rêzdarî em bejna xwe li hember wê û hemû jinên ku di oxira doza azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane ditewînin. Soza me domandina xeta wa ne û parastina nirxên jinê ye." Meş bi dirûşmeya “berxwedan jiyane” bi dawî bû.   Kongreya Star ji bo salvegera têkoşer Zîlan meşek li dar xist   Bi boneya salvegra şehadeta  24’emîn a têkoşer Zeyneb Kineci  Kongreya Star a bajarê Qamişloyê meşeke girseyî li dar xist. Meş bi beşdarbûna tevahî jinên Kongreya Star, endamên saziyên sivîl û şêniyên bajêr pêk hat.  Meş ji çerxereya şehîdan dest pê kir û li goristana şehîd Delîl Saroxan rawestiya. Di meşê de wêneyên pakrewanên azadiyê, wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û pankarta bi nivîsa "Bi Berxwedana Zîlan û Arînan em ê dagirkeriyê têk bibin" hat hildan.   Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hat kirin.   Ser navê Kongreya Star Şehnaz Gulo axaftin kir û wiha got: "Li hember zlim û zoriya dewleta tirk têkoşer Zîlan serî netewand û canê xwe feda kir. Têkoşer Zîlan bû bersiva li hember hemû cureyên zilma ser mirovan.  Ji dîrokê heya roja me ya îro jin li hember desthilatdariyê li ber xwe didin, ji Leyla Qasim em bigirin heya Zîlan û Bêrîtanan jinan pirên têkoşînê ava kirin. Soza me domandina doza ku li pey xwe hiştine  ye, em ê domdarên wê bin."    Li ser navê Tevgera Jinên Ciwan Rosîda Hêvî axaftin kir û bal kişand ser sekna têkoşer Zîlan û wiha pê de çû: "Kesayetên wisa têkoşer hêja ne ku mirov bibe şopedarên wan. Zîlan jineke fedakar bû û ji bo doza gelê xwe canê xwe feda kir. Mîrasê ku wan li pey xwe hiştiye em ê biparêzin û dîroka azadiya jinê bi qehremaniyê her bihonin."   Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana jinê" bi dawî bû.