Nameya Kongreya Star ji aliyê Rûsya ve nehat qebûlkirin 2020-06-30 12:14:33   QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava nameyek ji Serok û Federasyona Rûsyayê re şandin, lê belê ji aliyê Rûsya ve ev name nehat qebûlkirin.    Di 23'yê Hezîranê de dewleta tirk bi balafirên bê mirov (SIHA) êrîşî gundê Helincê yê bajarê Kobanê kir û di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, ji Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Mihemed Weysî jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî vê komkujiyê Koordînasyona Kongreya Star a Rojava nameyek ji Serok û Federasyona Rûsya re şandin, lê belê ev name ji aliyê Serok û Federasyona Rûsya ve nehat qebûlkirin.    Nameya ku hatiye şandin wiha ye:   "Di 23'yê Hezîrana 2020'an de careke din em bûn şahidê sûcê şer ê ku ji hêla artêşa Tirkiyeyê ve li dijî welatê me û gelê me hat pêkanîn. Emîne Mihemed Weysî, li gundê Helincê yê nêzê Kobanê  dema ku ew û mêvanên xwe Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl li pêşiya mala xwe rûniştî bû, ji nişkê ve ji aliyê balafirên keşfê yên tirk ve hatin hedefgirtin. Di êrîşê de her sê jinên sivîl, jinên kurd hatin qetilkirin.   Emîne Mihemed Weysî, Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl endamên rêxistina me ya jinên Kongreya Star bûn. Jina bi navê Emîne Mihemed Weysî jineke di civaka xwe de ji bo mafên jinan û ji bo çareseriya demokratîk dixebitî. Weke jinên Kobanê, wan di sala 2014'an de ji bo parastina axa xwe li hemberî êrişên DAIŞ'ê li ber xwe dan. Ya balkêş ew e ku di êvara berî salvegera pêncemîn ya komkujiya DAIŞ'ê de, ku tê de 271 sivîl û di nav de jin û zarok hebûn, bi hovîtî li Kobanê hatin qetilkirin, ew li Kobanê bûne hedef û qurbaniya komkujiyek artêşa Tirkiyeyê.   Ji ber bûyerê vî sûcê şer, em ji hukûmeta Rûsî û hêzên wê li Sûrî daxwaz dikin ku bi erkên xwe rabin, da ku ji bo vegera bi ewle ya koçberan hêsantir bikin û pêşî li ber van êrîşan bigirin. Gelek sûcên şer hatin kirin. Wekî mînak li Serêkaniyê li dijî sîvîlan çekên kîmeyewî hatin bikaranîn. Ev yek di cotmeh û mijdara 2019'an de hate belgekirin. Tirkiyeyê tu carî dev ji êrişên xwe yên li ser niştecihên sivîl û êrîşên leşkerî yên li dijî xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nesekinand. Li herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kiryarên dijmirovahî tên kirin. Qetilkirin, revandin û îşkence her roj berdewam dike. Jin jî rastî her cureyê îşkenceyê tên. Jin hedef tên girtin.    Em jibîr nekin  Sekreteriya Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûrî, Hevrîn Xelef  û Aqide Osman di cotmeha 2019'an de bûn armanca êrîşan û niha jî li Kobanê, pêşengên civakê jin dîsa ji hêla artêşa Tirkiyeyê ve hatin hedefgirtin.   Di 10 mehên borî de, herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûrîyeyê, her di bin êrîşên ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê de man. Ji ber topbaran û êrişên bênavber ên li ser niştecîhên sivîl, bi taybetî li herêmên Şehba, Til Rifet, Minbic, Eyn Îsa û Til Temir, bi hezaran kes ji malên xwe hatin derxistin. Rojane kuştinên sivîl li van herêman têne kirin.    Em daxwaz dikin hûn gavan bavêjin da ku pêşî li sûcên şer û binpêkirina zagonên navneteweyî bigirin û parastina jiyana mirovan, mafên jinan û mirovan, di nav de parastina hemî komên olî û etnîkî bikin.   Ji bo pêkanîna prensîbên lihevkirina ya me jor qal kir û mafên mirovan a navneteweyî, em banga Serok û hukumeta Federasyona Rûsyayê dikin ku:   •Qada hewayî ya li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê bigirin.    •Lêpirsîna detayî ya kuştina jinan a di 23'ê hizêrana 2020'an de li gundê Helincê Kobanê û kesên berpirsên vê êrîşê dadgeh bikin.   •Vekişandina hêzên çekdar ên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê ya ji axa Sûrî were mîsogerkirin   •Piştgiriya vegera dilxwazî û bi ewlehî ya koçberên yên ji ber şer, li hundur û derveyî Sûrîyê, ji welatên xwe hatin derxistin, bikin.   •Ji bo çareseriya demokratîk ya şer, di nav de beşdarbûna jin û nûnerên hemû komên etnîkî, olî û siyasî li Sûriyê, gavên bi lez bavêjin.