Bertekên li dijî îşkencekirina Rojbînê mezin dibin 2020-06-30 12:10:13   ÊLIH - Jinan derbarê îşkenceya li Sevîl Rojbîn Çetîn hat kirin de daxuyanî dan. Jinan ji bo Rojbînê banga piştevaniyê kirin û gotin, "Îşkenceya li Rojbînê hatiye kirin di kesayeta wê de li hemû jinên kurd hatiye kirin."   Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê , parlamenterên HDP'ê yên Êlihê Feleknas Uca û Ayşe Acar Başaran, derbarê Sevîl Rojbîn Çetîn ku bi îşkenceyê hat binçavkirin de daxuyanî dan. Jinan di daxuyaniyê de dowîşên ku li ser wêneyê Rojbînê hebûn hilgiritn.    'Em ê li her derê îfşa bikin'   Di daxuyaniyê de Feleknas Uca axivî û wiha got, "Di vê opersyonê de dewleê careke din rûyê xwe yê reş nîşan da û dijminantiya xwe aşkera kir. Hevala me Rojbîn Çetîn bi awayekî hovane îşkence kirin .Ev îşkence di kesayeta Rojbînê de li hemû jinên kurd hatiye kirin. Duh tişta ku Esat Oktay li Zindana Amedê kir û îro careke din li qereqola Amedê tê kirin ."   Daxuyanî bi dirûşmên, "Jin jiyan azadî" û "Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe" bi dawî bû.