Li Şengalê ji bo Zeynep Kinaci bernameya bîranînê 2020-06-30 11:29:22   ŞENGAL - Jinên Êzidî ji bo bîranîna Zeynep Kinaci bernameyek organîzekirin û di bernameyê de qala kesayetiya Zeynebê hat kirin. Di bernameyê de sînevîzyonek derheqê jiyana wê de hat nîşandan.    Ji bo bîranîna Zeynep Kinaci ji hêla Meclîsa Borikê ve bernameyek hat lidarxistin. Di bernameyê de derbarê kesayetiya Zeynebê de axaftin hatin kirin û piştre sînevîzyonek hat nîşandan.    Endama Yekitiya Jinên Şengalê (YJŞ) Hêza Şengalî di bernameya bîranînê de diyar kir ku tevlîbûna Zeynebê çend nûbe jî têgihiştina wê cûda bû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Zîlan zext û zordariya li hemberî Gelê Kurd didîtîbû, ji ber ku di malbatekê welatparêz de mezin bibû. Zîlan bi tevlî bûnê xwe çiqasî nû bû jî bêtir Serokatiyê fêm dikir û xwe gihand astekî. Li dijî komploya li hemberî Serokatiyê çalakî pêk anî."   Pakîze Celal jî ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) axifî û got: “Em di destpêkê da bejna xwe beramberê hemû pakrevanên şoreşê bîr tînin.  Heval Berîtan, Heval Viyan, Heval Arîn hemû wek şehîd Zîlan in. Hemû jî beramberê zilma dagirkerî qebûl nekirine, rêka şopdarê Zîlan bûne. En ku me rizgar kir ya fikre tevgerê azad bû em tu cara ji bîr nakin. Şehîd Zîlan xwedî kesayetekê zanebû. Kesên ku wek Şehîd Zîlan ji bo welatê xwe canê xwe feda kiriye tucara naye jibîrkirin.”   Tevrê Xelef ji di bernameyê de bal kişand ser kesayetiya Zeynebê û wiha axivî: "Îro em ji bo Zîlanê kom bûn. Em bi saya hevalên pakrewan em hînê têkoşînê bûn. Em hînê xweparastinê bûn, me meclîsa xwe ava kir û em bi hev re bi hêz bûn. Em wekî jinen Êzidî em ê xwedî li pakrewanên xwe yên şoreşê derkevin. Em ê li pêy doza wan bin."