Jinên bertek nîşanî îşkenceyê dan: Dixwazin îşkenceyê rewa bikin 2020-06-30 09:29:33   MÊRDÎN - Jinên bertek nîşanî îşkenceya li Aktivîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn hat kirin dan wiha gotin:"Îşkenceya li Rojbîn Çetîn hatiye kirin îşkenceya li dijî jinê rewa dike. Divê em hemû li dijî vê yekê derkevin."   Di 26'ê Hezîranê de di encama biserdegirtina malan de polîsan bi kûçikên xwe sê saetan îşkence li Aktivîsta TJA'yê û Endama Rêveberiyên Herêma Demokratîk kiribûn. Bertekên li dijî îşkenceya li Rojbînê hat kirin dewam dikin. Jinan bal kişandin ser hedefgirtina jinan a serdema dawî û anîn ziman ew ê li qadan têkoşîna hevpar bidomînin.    'Dixwazin tundiyê rewa bikin'   Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Rênas Aburşû wiha got"Îktidara AKP-MHP'ê îşkenceyên xwe yên faşîzane yên bi salan di salên dawî de bi awayekî eşkere nîşan dide. Em dibin şahid ku Tirkiye di warê hiqûqê de çiqasî bêedalet tev digere. Dixwazin tundiyê rewa bikin. Lê em ê wekî jin şopdarê doza Rojbînê bin."   'Em ê têkoşîna xwe bidin domandin'   Endama Meclîsa Ciwanan Elîf Înan wiha got:"Îşkence li dijî mafê mirovan e. Em ê tevî hemû zehmetiyan li dijî îşkenceyê bisekinin. Em ê têkoşîna xwe bidin domandin. Tu îşkence nayê qebûlkirin. Em ê li dijî polîtîkayên çewisandinê yên sîstemê serî netewînin."   'Îşkenceyên bi destên dewletê tên kirin bi dawî nabin'   Hevseroka HDP'ê ya Qoserê Yekta Zankirtli jî wiha got:"Îşkenceyên li dijî jinan her ku diçe zêde dibin. Em hovîtiya ku bi awayekî bê hiqûqî li dijî hevalên me yên jin tên kirin qebûl nakin. Divê kesên ev hovîtî kirine bên darizandin. Em ê şopdarê vê yekê bin. Di pêvajoya pandemiyê de tundî her diçe zêde dibe. Îşkenceyên bi destên dewletê tên kirin bi dawî nabin. Em ê wekî jin li qadan têkoşîna xwe bidomînin."