'Heta bêdengî hebe wê êrîşên dewleta tirk bi dawî nebin' 2020-06-30 09:09:45   Dîcle Demhat   KOBANÊ - Hevseroka Desteya Kar û Barê Civakî ya Herêma Firatê Hêlîn Haçim, derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Mexmûr, Şengal, Qendîl û Herêmen Parastina Medyayê wiha got: "Bêdengiya Partiyên Siyasî yên  Herêma Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê dide diyarkirin ku ji van êrîşan agahdar in. Heta bêdengî hebe wê êrîşên dewleta tirk bi dawî nebin. Divê li dijî êrîşan em bi hev re bin û li berxwe bidin."   Êrîşên dewleta tirk bê navber li ser Herêmên Mexmûr, Şengal, Şeladizê, Herêmên Parastina Medyayê, Heftenîn û Bîradost berdewam in. Di nav van êrîşan de welatî tên hedefgirtin û di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest didin û dibin qurbaniya van kiryaran. Têkildarî êrîşên dewleta tirk ên  ku li ser Heremên Başûrê Kurdistanê tê kirin, Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Firatê Hêlîn Haçim bersiva pirsên  me da.   Êrîşên dewleta tirk bi her awayî dewam dikin, hûn van êrîşan çawa digirin dest?   Zîhniyeta dewleta tirk ev nezî 400 sale xwe li ser qirkirin, dagirkerî û xwînê mezin kiriye. Ji bo wê jî her tim gelê bindest hatiye hedefgirtin. Ev bi salan e dewleta tirk derveyî sînorên xwe êrîşên hovan e pêk tîne.  Kurdek li kîjan deverê hebe êrîşên dewleta tirk li wê heremê tê kirin. Ev êrîşên ser kurdan tên kirin ne cara yekemîn e û ne jî wê ya dawiyê be. Derveyî herêmên kurdan êrîşên dewleta tirk li ser Lîbya, Ezaz û Idlibê jî hene. Dewleta tirk li ser çewisandina vîna mirovan hatiye avakirin, yek al, yek çand, yek ziman û yek netew ji xwe re esas digire. Ji ber wê êrîşên niha li ser heremên me wek Şengal, Maxmûr, Heftenîn û Şêladizê  tê kirin em şermezar dikin. Dema dewleta tirk yekbûyîna Kurdan dibîne Êrîşên xwe yên hovan e û dijmirovî zedetir dike.    Li ser hemû parçeyên Kurdistanê êrîş hene û sivîl hedef tên girtin, gelo dewleta tirk bi çi awayî derveyî sînorên xwe dikare van êrîşan pêk bîne?    Dewleteke li ser komkujî, dagirkerî û talankirinê hatibe avakirin tu sînoran nas nake û bi rengekî hov êrîşên dijmirovî li ser tevahî gelan pêk tîne. Îro jî rewşa Şêladizê,  gundiyên li ber keriyê xwe û kesên  ku li gundê xwe dijîn tên hedefgirtin. Ev êrîş li ser her çar parçeyên Kurdistanê tê kirin. Li Başûrê Kurdistanê jin, zarok, ciwan û kesên temenmezin tên hedefgirtin. Li Rojavayê Kurdistanê jî heman tişt derbasdar e. Sara ya ku temenê xwe biçûk e ku li Girê Spî hatî kuştin jî mînaka van êrîşan e. Her wiha di van mehên dawiyê de li Bakurê Kurdistanê bi sedan kes hatin binçavkirin û qetilkirin. Dewleteke dagirker ji bo ku xwe misoger bike û bikaribe sîstema xwe bide meşandin her tim derveyî sînorên xwe jî êrîşên hovane pêk tîne. Gor sînorên ku di nav dewleta de hatî diyarkirin pêwîst e kes derbasî sînorên dewleteke din nebe. Lê  êrîşên  ku niha tên kirin bi destekdayîna hezên navneteweyî û yê li Başûrê Kurdistanê jî bi hevkariya PDKS’ê û Dewleta Îraqê pêk tên.   Li dijî êrîşan li Kurdistanê û li derveyî welêt çalakî hatin lidarxistin lê belê partiyên siyasî yên Başûr Û dewleta Iraqê bêdeng in. Hûn vê çawa dinirxînin?   Bi salan e li her çar parçêyên Kurdistanê, Ewropa û li tevahî cîhanê gel ji bo êrîşên dewleta tirk bi her rêbazî meş, daxuyanî, mitîng, girev û hwd. şermezar dike. Gel nerazîbûna xwe didin nîşandan. Lê li berambarî van helwestan hemû berpirsyarên dewletan, dewletên yekbûyî û dewletên navnetewî ji van êrîşan re çavê xwe girtin û hevkariya dewleta tirk dikin. Bêdengiya dewleta Iraq, PDKS, YNK û partiyên li Başûrê Kurdistanê dide diyarkirin ku hevkirinek bi dewleta tirk re kirine. Bi heman awayî li Rojava jî êrîşên dewleta tirk berdewam e, li vir jî  hevkariya bi dewleta tirk re ji aliyê Rûsya, Emerîka û koalîsyonê tê kirin. Armanca wan ew e ku komkujiyan derheqê Gelê Kurd de pêk bînin û neteweyên din jî bêdeng bikin. Dixwazin wan derfetan ji dest kurdan bigirin. Daxwaza me ew e ku yekrêziya Kurdan bê avakirin, hemû sazî, dezgehên mafê mirovan zagonên xwe pêk bînin û derbarê êrîşên li ser Herêmên Kurdistanê xwedî helwest bin.