‘Ji jinan re dibêjin ‘êdî em li malê jî we rehet nahêlin’ 2020-06-30 09:06:18   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Jinan bertek nîşanê rayeya ji bo nobedaran hatiye dayîn û got ev raye wê êdî heta malan zextan pêk bînin û got: “Bi vê qanûnê dibêjin ‘êdî li mala we jî em we rehat nahêlin’. Em vê qanûnê qebûl nakin. Em ê li dijî vê bisekinin.”   Piştî ku Qanûna Nobedarên Tax û Sûkê ji Komîsyona Karên Hundir a Meclîsê derbas bû şûnde, di 18’ê Hezîranê de di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Bi qanûna nû re ji bo nobedaran rayeya, lêpirsînkirina nasname, rawestandina wesayîtan, lêgerîn, bikaranîna çekê û gelek rayeyên din didin nobedaran. Her wiha di bin navê gumanê de êdî pêşiya şopandina malan jî hat vekirin.   Jinan diyar kir ku ligel zêdebûna zext û şîdetê ev raye wê jiyana wan zêdetir bike bin zextan.   ‘Jin wê li dijî qanûnan bin’   Endama Piştevaniya Mor Pelîn wiha got: “Desthilatdarî di riya faşîzmê de diçe. Pêvajoya vîrusê ji xwe re kir derfet. Qanûna nobedaran jî yek ji lingê vê ye. Rayeyên tên dayîn balkêşin. Armanca wan ya eses eve ku dînamîkên serhildêr yên civakê têk bibin.Jin jî di serê dînamîkên serhildanê de tên. Bi rayaye tê dayîn zextên li ser jinan wê zêde bibin. Qanûna hejmar 6284 pêk nayê, Peymana Stenbolê pêk nayê. Rayeyê ji bo nobedaran tê dayîn maf û destkeftiyên jinan xesp dike. Em jin wê li dijî vê têbikoşin.”   ‘Desthilatdarî me nebîne jî em hene’   Endama Meclîsa Şaredariya Yuregîrê Suzan Yîgît jî daxuyakirin ku desthilatdarî hewl dide jinan ji her qada jiyanê dur bixe û bi qanûna nobedaran ev tê armanckirin. Suzanê bi lêv kir ku êdî li malê jî ji wan re rehetî tune û got: “Bi aşkera tacîz û tecawizê rewa dikin. Divê hemû jin li dijî vê dengê xwe bilind bikin. Em qanûnê qebûl nakin û wê li dijî vê bin.   Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Edenê Leyla Karakaş destnîşan kir ku qanûna nobedaran di serî de ji bo jinan û ji bo hemû kesî dibe sedema fikaran û got: “Şîdet, tacîz û tecawiza li hember jinan bi vê tê rewakirin. Divê hemû jin li dijî vê dengê xwe bilind bikin.”