ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2020'Î 2020-06-30 09:00:00   *Mikaîl ê ku bi salane li ser hevjîn û zarokên xwe tundiyê dide meşandin keça xwe Merve Konukoglu qetilkir. Dayika Merveyê têkildarê qetilkirina keça xwe de got: “Bila êdî Merve neyên qetilkirin. Ji ber vê yekê jî mêran bê ceza nehêlin. Sucê keça min tenê heskirina diya xwe û li dijî tundiyê rawestîn bû.”    *Jinan bertek nîşanê rayeya ji bo nobedaran hatiye dayîn û got ev raye wê êdî heta malan zextan pêk bînin û got: “Bi vê qanûnê dibêjin ‘êdî li mala we jî em we rehat nahêlin’. Em vê qanûnê qebûl nakin. Em ê li dijî vê bisekinin.” DÎMEN HEYE   *Walî û Midûriyeta Perwerdeya Mîllî, li Amedê ji bo dibistanên Îmam Hatibê afîş daliqandin. Sekretera Egîtîm-Senê ya Şaxa yekem a Amedê Hatîce Efe afîşên ku hatine daliqandin şermezar kir û got: "Di Îmam Hatîban de perwerdeyeke baş nayên dayîn û malbat û xwendekar jî wî tiştî bi gazincin û perwerdeya ku giranî bi olî tê dayîn naxwazin." BI DÎMEN   *Hevseroka HDP’a Muglayê Fulya Erdogan da zanîn ku bi kampanya ‘têkoşîna jinan li her derê ye’ hedef dikin ku xwe bigihînin zêdetir jinî û got piştî kampanyayê jî wê bi bernameyên cuda bi jinan re qadên hevpar biafirînin.    *Esnafên ku di pêvojoya pandemî de neçar man sê mehan dukanên xwe bigirin ku ji bo dukanên wan tiştek pê neyê û debara xwe bikin kredî kişandin niha jî difikirin ku çawa vê krediyê bidin. DÎMEN HEYE   *Seroka Şaxa Genel-Îş DÎSK a Dersîmê Şukran Yilmaz der barê ku bi TES’ê re tezmînata kidemê dewrê fonê hatiye kirin de axivî û got: “Her karkerê ku 30 salî dixebite hêviya wan tezmînata kidemê ye. Em wek DÎSK bang li hemû karker û kedkaran dikin ku bikevin berxwedanê, dakevin qadan û kolanan.” BI DÎMEN    *Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne û di bazarê de dixebitin anîn ziman ku yên mirov li ser piyan dihêle xebat e û wiha gotin:"Bi dayina kedê û xebatê em jiyaneke nû li Şehbayê ji xwe re ava dikin. Hovîtiya dagirkeriyê li pêşiya me nebû asteng. Em ê heta dawiyê bi keda destên xwe li ser piyan bimînin." BI DÎMEN    *Hevseroka Desteya Kar û Barê Civakî ya Herêma Firatê Hêlîn Haçim, derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Mexmûr, Şengal, Qendîl û Herêmen Parastina Medyayê wiha got: "Bêdengiya Partiyên Siyasî yên  Herêma Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê dide diyarkirin ku ji van êrîşan agahdar in. Heta bêdengî hebe wê êrîşên dewleta tirk bi dawî nebin. Divê li dijî êrîşan em bi hev re bin û li berxwe bidin." BI DÎMEN    *Li Dêrsîmê di 30’yê Hezîrana 1996’an de Zeynep Kinaci (Zîlan) li dijî binpêkirin, îxanet û hevkariyê çalakî pêk anî û bû sembola berxwedana têkoşîna jina Kurd.   *Jinên bertek nîşanî îşkenceya li Aktivîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn hat kirin dan wiha gotin:"Îşkenceya li Rojbîn Çetîn hatiye kirin îşkenceya li dijî jinê rewa dike. Divê em hemû li dijî vê yekê derkevin."BI DÎMEN