Li Wan û Agiriyê îşkence hat şermezarkirin 2020-06-29 14:33:18   WAN - AGIRI - Li Wanê 9 saziyên sivîl û li Agiriyê jî aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a Agiriyê daxuyaniyek dan û îşkenceya ku pêk hatî şermezar kirin û gotin: "Ji ber rêbaza rêveberiyê li welat bûyerên îşkenceyê pêk tên."   Polîsan bi hinceta dosyayeyeke li Amedê hatiye vekirin bi ser mala, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA), endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî û hevşaredara berê ya Artemeta Wanê Sevîl Rojbîn Çetîn de girtibûn û 3 saeta li mala wê îşkence bi wê kiribûn. Parêzerê Rojbînê îşkecenceya ku polîsan bi kuçîkan bi Rojbînê kiribûn bi rêya medyaya civakî ragihand. 9 rêxistinên sivîl ên civakî yên Wanê bi daxuyaniyeke hevpar îşkenceya ku pêk hatî şermezar kirin. Her wiha li Agiriyê jî aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê jî îşkenceya li hemberî Rojbînê bi daxuyaniyekî şermezar kirin.    Li Wanê saziyên sivîl ên wekî, Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), nûnerên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV),  nûnerên Odeya Tabîban ên Wan û Colemêrgê, Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) a Wanê, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtîyan re (TUHAY-DER) a Wanê û Komeleya Jinan a STAR'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: "Li şûna ku derbarê êrîşkaran de lêpîrsin bê destpêkirin derbarê parêzêr de lêpirsin hat destpêkirin. Ev tişt nayê qebûlkirin. Îşkenceya ku li hemberî Rojbînê pêk hatî nayê qebûlkirin. Ji ber ku êrîşkar nayên cezakirin asta îşkence û êrîşê her ku diçe li Tirkiyeyê zêde dibe."   Li Agiriyê daxuyanî hat dayîn    Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê yê Agiriyê jî bertek nîşanî îşkenceyê dan. Li Agiriyê jinan xwestin li derve daxuyanî bidin lê bi hinceta ku qedexeya çalakiyan hatiye dayîn, polîsan daxuyanî asteng kirin. Ji ber vê sedemê jinan li avahiya HDP'ê daxuyanî dan. Jinan bertek nîşanî îşkenceyê dan û gotin: "Ligel îşkenceya ku pêk hatî hêj jî di binçavan de ye. Li şûna ku derbarê êrîşkaran de lêpîrsin bê vekirin derbarê parêzer de lêpirsin hat vekirin. Ev tişt nayê qebûlkirin. Di şexsê Rojbînê de li hemberî hemû jinan êrîş pêk hat. Em wekî Meclîsa Jinên HDP'ê û aktîvîstên TJA'yê em dev jî têkoşîna xwe bernadin."