Li Mexmûrê li dijî êrîşan meşa bi meşaleyî hat lidarxistin 2020-06-29 09:11:17   MEXMÛR - Li hemberî êrîşên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê, bi pêşengiya TJCM'ê û TCM'ê li Wargeha Penaberan a Mexmûrê meşeke meşaleyî hat lidarxistin û ciwanên Mexmûrê gotin: "Êrîşên li hemberî me rûreşiyek e û em li dijî teslîmiyetê dibêjin berxwedan."    Li dijî êrîşên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê, Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) meşeke meşaleyî li dar xistin. Meş li ber avahiya Saziya Malbata Şehîdan despê kir heta Navenda Çand û Huner berdewam kir. Piştî meşê ji hêla Endama Meclîsa Jinên Ciwan Kajîn Uzerk daxuyanî da.    Daxuyaniya ku hatî dayîn wiha ye: "Gelê Kurd di serdema niha de bi têkoşîna xwe ya rizgariyê gelên bindest temsîl dike. Ji bo vê jî hemû hêzên desthilatdar û hevkar li dijî vî gelê berxwedêr di nava hewildanê de ye ku radest bigire. Ji bo vê bi balafirên şer û bi hemû teknîka xwe komkujî û qetlîamên ku dimeşîne cîhan bêdeng û bê helwest dimîne. Bi sedsalane erdnîgariya Kurdistanê di bin pençeyê dagirkeran de bûye cihê şer û talanê. Dagirkeran şerê xwe yê desthilatdariyê jî li ser vê xakê meşandiye.   Ev saleke ambargoyek  mezin û siyasetên teslîm girtinê li ser wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tê meşandin lê dê bi ser nekevin. Em li hemberî rureşiya we, rêya teslîmiyetê na, rêya berxwedan, têkoşîn û rizgariyê hildibijêrin.   Bangawaziya me ji hemû gelê me û ciwanên me yên çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat ew e ku li her cihê ku desthilatdarî, dagirkerî û hevkarî heye rabin serhildanê. Taybet ciwanên Botanê ku xwedî dîroka berxwedanî û tekoşînê ye bangawaziya me ji bo wane. Wê li hemberî komkujiya li ser têkoşer û berxwedêrên me û gelên me tên meşandin yek armanca me heye; tolhildan."