Şêniyên Şengalê vedigerin ser axa xwe 2020-06-29 09:02:46   Nesrin Hısen/ Elmas Nayıf   ŞENGAL - Şêniyên Şengalê yên koçber ku piştî 6 salan vegeriyan ser axa xwe ya pîroz, gotin ku tişta herî xweş ew e mirov li ser axa xwe bijî.    Li Şengalê ji ber fermana ku di sala 2014'an de bi serê êzidiyan de anîn, êzidî hatin koçberkirin û xaniyên wan vala hatin hiştin. Êzidiyên ku ji Şengalê koçber bûn, piştî bi 6 salan vegeriyan warê xwe û careke din malên xwe şên kirin. Ji şêniyên Şengalê Sarê Salih  Sedo û Wetha Salih kêfxweşiya xwe ya vegera ser axa xwe bi ajansa me re parve kirin.   'Em gelek kêfxweş bûn'   Sarê Salih Sedo ku bi cilên xwe yên spî me pêşwazî kir wiha got: “Em bi vegera ser axa xwe gelek kêfxweşin. Piştî em vegeriyan ser axa xwe me bêhtir xwe aram û bextewar hîs kir. Cihê em lê diman ne cihê me bû. Em her di fikira ku em rojekê vegerin ser axa xwe de bûn. Em bi xeyala ku rojekê vegerin Çiyayê Şengalê dijiyan. Koçberî perîşanî ye. Ne roja me roj ne jî şeva me şev bû. Lê îro em li ser axa xwe ne û em kêfxweş in.”   'Bila her kes vegere warê xwe'   Wetha Salih a ku bi malbata xwe re ji Kampa Çemişko vegeriyaye ser axa xwe jî wiha kêfxweşiya xwe anî ziman: “ Hekê alîkarî û aramî hebê kesên ku koçber bûne wê hemû vegerin ser axa xwe. Em bi xwe jî daxwez dikin ku kesên ji Şengalê di kampan de dijî bila vegerin ser axa xwe. Ser axa mirov ji her cihî xweştir e. Em 6 salan di kampan de man û piştî ku me li warê xwe aramî dît em vegeriyan ser axa xwe. Vegera ser axa xwe kêfxweşiyekê gelek xweş e wekê ku mirov nû ji dayik bûye. Em ji xwe ji gûndê Sibayê Şex Xidirin. Heke gundê me were paqijkrin wê gundiyên me hemû vegerin.Bila her kes vegere warê xwe."