'Heta ku îşkencekar bên cezakirin em ê şopdarên bûyerê bin' 2020-06-28 17:33:55   AMED - Li Amedê 11 saziyên sivîl, îşkencekirina Sevl Rojbîn Çetîn şermezar kirin û gotin ku heta îşkencekar bên cezakirin ew ê şopdarên bûyerê bin.   Li Amedê 11 rêxistinên maf, derbarê îşkenceya li aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn hat kirin de daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de îşkenceya li Rojbînê kirin hat bibîrxistin û hat gotin ku ew tehdît kirin û çêrên zayendparêz lê kirine. Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Rojbîn di 26'ê Hezîranê di roja Piştevaniya bi Kesên Hatine Îşkencekirin de bi îşkenceyê re rûbirû hatiye hiştin.