Kongreya Star konê sersaxiyê ji bo jinên têkoşer veda 2020-06-28 14:40:40   QAMIŞLO - Kongreya Star a Herêma Cizîrê konê sersaxiyê ji bo jinên têkoşer Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîna Weysî yên ku di encama êrîşa dewleta tirk a li ser gundê Helincê jiyana xwe ji dest dan veda.    Di 24'ê Hezîranê de deweta tirk bi firokên bêmirov (SIHA) êrîş biribû ser gundê Helincê yê Kantona Kobanê ya girêdayî Herêma Cizîrê û di êrîşê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, Rêvebera Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Weysî  jiyana xwe ji dest dan. Ji bo her sê jinên têkoşer ku jiyana xwe ji dest dan, konê sersaxiyê li gorîstana şehîd Delîl Saroxan hat vedan û bi sedan şêniyên bajar û navçeyên Herêma Cizîrê yên Dêrik, Tirbespiyê, Amûdê,Qamişlo, Til Hemîs, Til Birak, Hesekê û Til Temir berê xwe dan konê sersaxiyê. Konê sersaxiyê bi wêneyên jinên têkoşer yên ku bûn hedefa êrîşan û alên Kongreya Star hat xemlandin.    Piştî deqyek rêzgirtina ji bo giyanê pakrewanan, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî seyîd axivî û wiha got: "Mirov çiqas derheqê lehengiya van jinên têkoşer de biaxive kêm dimîne. Van jinan di şoreşê de ji gelê xwe re pêşengtî kirin û mohra xwe li têkoşîna jinan dan. Bi salan e dewleta tirk êrîşî vîna jinan dike. Ji bo vê divê armanca me ya sereke xwedîderketina li têkoşîna van jinan be. Em sersaxiyê ji tevahî jinan û ji malbatên hersê hevalên xwe redixwazin.”   'Heta hemû jin azad bibin wê têkoşîn  bidome'   Li ser navê Kongreya Star jî Endama Koodînasyona Kongreya Star a Herêma Cizîrê Hediya şemo axivî û wiha pê de çû: “Em îro gelek xemgîn in. Şehadeta hevalên me wê têkoşîna me li hember dijminên jinan bilind bike. Mîrasa ku hevalên me li pey xwe hişt, em ê biparêzin û hata ku hemû jin azad bibin em ê berdewam bikin.”   'Em ê şopdarên têkoşîna wan bin'   Herwiha li ser navê Partiyên Siyasî jî Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Eyşa Hiso axaftin kir û wiha got: “Îro li seranserî cîhanê hemû jin dibêjin em ê şopedarên xeta Zehra û Hebûn bin. Projeya netewa demokratîk ya ku îro xwe li ser erdê mayinde kiriye ji bo çareseriya Sûriyê jinên weke Zehra û Hebûn pêşengtiya wê kirin. Em bang li hêzên hegomonîk yên ku dixwazin vîna jinan bikin armanc, dikin û dibêjin hun nikarin kaniya jiyana jinan zuha bikin. Bi hevgirtina jinan em ê tola zehra û hevalên wê ji hemû kiryaran hilînin.”   Piştî axaftinan çalakiya kon bi dirûşmên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.