Derbarê parlamenterên HDP'ê de 11 fezlekeyên din 2020-06-28 14:04:09   ENGERE-Êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li dijî hêzên muxalîf didomin. Di vê çarçoveyê de AKP-MHP’ê der barê parlamenterên HDP, CHP û ÎYÎ Partiyê de 16 fezlekeyên destnedana parlamenteriyê şandin meclisê.   Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî di nav de der barê parlamenterên HDP’ê 11 fezleke hatin amadekirin. Parlamenterên HDP’ê yên ku fezleke der barê wan de hatine amadekirin wiha ne: “Pervîn Bûldan (1), Şevîn Coşkun (1), Nûran Îmîr (2), Remziye Tosun (1), Mûrat Çepnî (1), Tûma Çelîk (1), Ebrû Gunay (1) û Mûrat Sarisaç (3).”   Di heman demê de der barê Serokwekîlê Koma CHP’ê Engîn Ozkoç û alîkarê serokê giştî yê CHP’ê Velî Agbaba, serokwekîlê Koma ÎYÎ Partiyê Lutfu Turkkan, parlamenterê Enqereyê Koray Aydin û parlamenterê Stenbolê Umît Ozdag de jî fezleke hatin amadekirin