Li Enqereyê qadên jiyanê yên nayên dîtin 2020-06-28 09:16:01   Habîbe Eren   ENQERE- Welatiyên Dîlokê û Romen yên li Geliyê Dîkmenê bi xurdevanî û çandiniyê debara xwe dikin di bereqe û konan de dijîn. Welatiyên ku xwe nagihînin perwerde û mafê tenduristiyê, xaniyên wan wê piştî demekê bên hilweşandin. Lê kes piştî vê wê çi bibe nafikire.   Li Geliyê Dîkmen ê Enqereyê piranî welatiyên Sûriyeyî, Romen, Rihayî û yên ji Dîlokê dijîn. Karkeriya kaxizê, bermahî û çandiyê dikin. Di nêzî 400 bereqeyî de di şertên ne paqij de dijîn. Vîrûs li Enqereyê jî her diçe belav dibe û yên herî zêde bi vîrusê dikevin jî kesên li van deran dijîn e.   Zarok di nav kavilan de dilîzin   Li taxê zarok me pêşwazî dikin û zarok di nava kavilên xaniyên hatine hilweşandin de dilîzin. Zarok diyar dikin ku di pêvajoya vîrusê de EBA temaşe nekirine, şansekî wan ê wisa tunebûye.   Jin li ber deriyan bûn   Her ku em diçin jinên li ber deriyan runiştine balê dikşînin. Em li ber her deriyekî şahidiya çîrokek cuda dikin. Her jinek bi 3-4 zarokên xwe re runiştibû.   ‘Ev der ne wek axa me ye’   Ayşe ji Helebê ye. Ayşe diyar dike ku li heman taxê xizmeke wan di dema welidînê de pitika wê dimire û got: “Kirêya me 250 lîra ye. Em gelek kes ligel hev dimînin. Ev der ne wek axa me ye. Bêguman em dîsa dixwazin vegerin welatê xwe.”   ‘Serwîsa dibistanê tune ye’   Harun Kaplan ê li taxê runiştibû jî balkişand ser pirsgirêka çûyîna dibistanê û got tenê zarokên dibistana seretayî dikarin biçin dibistanê û wiha pê de çû: “Serwîs tune ye, dibistan tune ye. Zarokên me heta pola 4’an diçin dibistanê.”   Hinek malbatan jî da zanîn ku di pêvajoya vîrusê de xebat hatiye sekinandin û ji ber vê zehmetî dikşînin û gotin li taxê bi 16 kesî re korona hatiye tespîtkirin, lê tax negirtine karantînayê. Her wiha Hinek malbatan jî gotin xizmên wan li nexweşxaneyê tên dermankirin.   ‘Pereyê me têrî lêçûna tenduristiyê nake’   Yeter Çelîktop a ji Dîlokê koç kiriye jî bi komkirina kaxizan debara xwe dike. Yeter 20 salî ye, sala borî zewiciye, 6 meh berê zarok aniye dinê. Yeter diyar dike ku ji bo hewcedariyên xwe neçare vî karî bike û got: “Zaroka min nexweşê dil e. Pereyê em qezenc dikin jî têrî lêçûna nexweşxanê nake. Di pêvajoya vîrusê de rewşa jinên ducanî zehmet bû. Bi giştî li malên xwe zarok dianîn dinê. Rewşek awarte hebûna diçûn nexweşxanê. Di welîdînê de mirina zarokan zêde ye. Min bi sezeryanê anî dinê. Di dema welîdînê de dilê keça min sekinî. Niha hîna nexweşe.Xaniyê me hat hilweşandin. Jiyanek zehmet li bendê me ye. Em neçarin bixebitin.”   Hazîme Çelîktop jî ku 5 zarokên wê hene û got ji ber nexweşiya kurê xwe hatine Enqereyê û li vir dixebitin. Hazîmeyê got ew vî karî nekin wê ji birçîna bimirin.