Çapemenî ketiye hewldana ku civakek cuda biafirîne 2020-06-28 09:14:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Kanalên TV’yan bi riya çapemeniya dîtbarî û nivîskî hewl didin civakek ji rêderketî biafrîne û pêkanîna şîdetê jî hêdî hêdî digire dest.   Di sedsala em têde ne, çapemenî girîngiya xwe roj bi roj diparêze, di teşebûna civakê de jî rol û mîsyonek mezin girtiye ser xwe. Dema em behsa teşebûnê dikin jî bêguman dil dixwest ku di alî erênî de bûna. Mixabin ev di kanalên TV’yan de ne pêkane.Dema mirov li weşanên kanalên TV’yan dinêrin, mirov bi jehrîkirineke mêjî û karaseteke mezin re tên rû hev. Bi roj bernameyên xwarinê û bêguman rêzefîlm. Bi van bername û rêzefîlman hevsengiya civakê diguherin û wek xurekên hormonal dixwazin civakê jî bibin asteke cuda.   Civakê enjekte dikin   Dema ku em ji nîqaşê re vedikin ku ji vê durketin pêkane jî mixabin em dibînin ku evqas jî ne pêkane. Ev nêrîna ku bi hesteke baldar û kenveşopî li civakê hatiye enjektekirin, xwe di her hucreya kes yên li malê dimînin de bi cih dike.   Peywira RTUK’ê   Saziya Lijneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK), bi rehetî tê dîtin ku bi çi karî re mijûl dibe. Ev bername hemû dibin kontrola saziyê de derbas dibin, her kes jî vê dizane. Dema mirov li rewşê dinêrin jî mirov dibînin ku jiyanê ji jiyanê derdixin û civakeke nexweş û xwe dispêre şîdetê, ji xwe re dikin armanc.   Spîker bi civakê re hêrs dibin   Di bernameya bi roj de em bi tiştên wisa re tên rû hev, bi şev jî di nûçeyan de rewşek xerabtir tê pêşberî me. Spîkerên di kanalên wekê Show, Star, Knal D û her wekê din de nûçeyan pêşkêş dikin, wekê ku dersê didin civakê pêşkêşvaniyê dikin. Dema vê dikin jî carna heqeretên ku civakê biçûk dixînin dikin. Rêbazeke wisa gelek caran dertê pêş.   Civakê ber bi şîdetê ve dibe   Bêguman gelek mînakên ku ji bo van nûçeyan bên dayîn hene. Em naxwazin ku van yek bi yek rêz bikin û bikevin heman şaşiyê. Lê em dikarin bi mînakekê vebêjin. Di Show Tv de di nûçeyên êvarê de pevçûneke navbera du komên li Adapazari hatiye jiyîn de, ji aliyê nûçegîhan ve, bikarana çekê bi awayekî gelek xweş tê vegotin. Ew jî têr nake, şîdet çawa pêk tê, wek hunerekê tê vegotin. Belê ev weşanên nivîskî û dimenî mixabin civakê ber bi kaosa şîdetê ve jî dibe. Bêguman pêşîgirtina van weşanên ji rê derketî jî ji refleksa civakê derbas dibe.