Ozlem Gunduz: Girtin bi talîmatan hat kirin 2020-06-28 09:13:02   Şehrîban Aslan   AMED - Endama MYK'a HDP'ê Ozlem Gunduz ku piştî operasyona li hember Komeleya Jinan a Roja hat girtin û piştre hat berdan, wiha got: “Ne dozger ne dadger kesî em guhdar nekirin. Vê jî nîşan da ku girtina me bi talîmatan hatiye kirin.”   Di mehên dawî de operaysonên li hember jinan bê navber didomin. Li Amedê ev du mehe, di serî de li hember Komeleya Jinan a Rosa, li hember jinên li saziyên cuda dixebitin operasyon pêk hatin û gelek jin hatin binçavkirin û girtin. Di meha Gulanê de li hember endamên Komeleya Jinan a Rosa serdegirtin pêk hat, 18 kes hatin binçavkirin û jê 12 heb hatin girtin. Yek ji van jî endama MYK'a HDP’ê Ozlem Gunduz bû. Ozlem di 11’ê hezîranê de hat tahliyekirin.   Ozlemê daxuyakirin ku hinceta binçavkirin û girtina wan trajîkomîk bûye û hincetan di esasê de nîşan daye ku desthilatdarî çawa ji jinan ditirse.   ‘Di salên dawî de êrîşên li hember jinan zêde bûn’   Ozlemê girtina jinan bi bîr xist û wiha pê de çû: “Operayson li hember jinan bi zanebûn pêk tên. Desthilatdarî biryar dide ku jin çawa bimeşe, çawa bikene û çawa cil û bergan li xwe bike. Bi taybet di 6 salên dawî de polîtîkayên ku jin û saziyên jinan hedef digirin pêk tên.”   ‘Binçavkirin nîşaneya zîhniyeta serdest a mêr e’   Ozlemê bi lêv kir ku di pandemiyê de bi tayînkirina qeyûman re saziyên jinan hatine girtin û saziyên li dijî şîdeta li ser jinê têdikoşiyan hatine girtin û got: “ Di pêvajoyeke wisa de pêk hatina operasyonê watedar e. Gelek raporên ku dibêjin di pêvajoya pandemiyê de şîdet zêde bûye hene. Di pêvajoyek wisa de li hember Komeleya Jinan a Rosa û endamên wê operasyon pêk hat. Ev encama polîtîkayên dijiminê jinê ne. Binçavkirin nîşaneya zîhniyeta serdest a mêr e.”   ‘Hinceta girtinê komîk bû’   Ozlemê balkişand ser hincetên girtinê û wiha pê de çû: “Hincet pir komîk bûn. Mînak pirsîna aqûbeta Gulîstan Doku, sûc hat hesibandin. Çalakiyên 8’ê Adarê, daxuyaniyên der barê şîdeta li ser jinan de sûc hatin dîtin. Ji bilî vê dizanibûn ez endama MYK'a HDP'ê me û xebatên min sûc hatin nîşandan. Nasandina hevserokên jin, daxuyanî sûc hatin dîtin. Ev trajîkomîk bûn. Dixwazin tehdîd û tirsê biafirînin. Hewl didin bi jinan şûnde gavê bidin avêtin. Em bi piştevaniyê dikarin van êrîşan vala derxînin. Lİ dijî van êrîş parastina me ya cewherî rêxistinbûna me ya jinan e.”