'Em li hemberî tecrîd û êrîşan bêdeng namînin' 2020-06-28 09:10:15     Almas Nayîf-Viyan Saîd   ŞENGAL- Jinên Êzidî di nêrînên xwe de bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Hemû dewlet bûne yek û tecrîdê giran dikin divê em hem li dijî tecrîda heyî û hem jî êrîşên ku li hemberî başûr û rojavayê Kurdistanê pêk tê li ber xwe bidin."   Bertek û nêrazîbûnên li hemberî êrîşên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê didimin. Jinên Êzidî di axaftinên xwe de hem bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hem jî êrîşên ku li tevahiya Kurdistanê pêk tê şermezar kirin.    Edul Şemo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rol û mîsyona dewletên din û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Fikr û ramanê serokatiyê gelê bindest azad dike û ji ber vê jî li hemberî vê tecrîdeke girankirî tê meşandin. Lê belê dewlet çi dike bila bike em ê bi her awayî li ber xwe bidin. Hemû dewlet bûne yek tecrîdê giran dikin. Lê em jî wekî jinên Êzidî dibêjin ku em ê bi xwedî derketina axa xwe li ber xwe bidin û li dijî tecrîdê derkevin."   Jina bi navê Kînan Dawîd jî bang li ciwanan kir û got: "Divê em li dijî êrîşên li hemberî Rêberê xwe bi her awayî şermezar bikin. Em bi saya rêberê xwe hatin heta wan rojan. Fikr û ramanê wî ji bo me girîng in. Divê em ciwan li dijî tecrîdê di nava çalakiyan de bin. Heke tecrîd neşke dê êrîşên li hemberî me jî bidomin."    Neam Xelef jî di derheqê êrîşan de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em êrîşên dewleta tirk şermezar kirin. Dewletên navneteweyî yên ku dibêjin em mafên mirovan diparêzin niha li ku ne? Niha çima bêdeng in? Em ê her tim ligel jinên Kobanê bin. Em li hemberî êrîşan bêdeng namînin û em serî natewînin."   Endama Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Heyat Hecî jî êrîşên li hemberî Kobanê şermezar kir û got: "Dijmin ji hêz û hebûna jinê ditirse naxwezê em wekî jin bi giştî ser bi kevin û şoreşê xwe mezin bikin. Em îro bi jinê Kobanî serbilindin. Her wiha em bi qetilkirina jinê gelek dêşin. Lê divê bê zanin ku em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Her wiha em li hemberî kuştina jin û zarokan bêdengiya ku heyî qebûl nakin. Çiqas êrîşê li axa me bikin jî em ê her tim li ber xwe bidin. Em ê her ser axa xwe bin û em bi têkoşîna zorakên xwe serbilind in."