‘Di operasyonan de jin hedef tên girtin' 2020-06-28 09:03:44   Rojda Aydin    ŞIRNEX - Bertekên li hemberî binçavkirinan didomin. Li Şirnexê jî siyasetmedarên jin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku di operasyonan de jin hedef tên girtin lê tu êrîş û zext nikare têkoşîna jinê bide sekinandin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatiye destpêkirin de derbarê 64 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Duh di saetên serê sibehê de polîsan di çarçoveya lêpirsînê de bi ser gelek malan de girtibûn 44 kesî binçav kiribûn. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser avahiya KCD’ê ya li navçeya Peyasa Amedê jî girtin û lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerînê deriyê KCD’ê hat mohrkirin. Siyasetmedarên jin ên Şirnexê bertek nîşanî operasyonên siyasî da û gotin bi van operasyonan jin hedef hatine girtin.   Hevşaredara Hezexa Şirnexê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Songûl Erden, bal kişand operasyonên ku di 26'ê hezîranê de pêk hatî û got îqtîdara AKP’ê her tim êrîşê dibe ser destkeftiyên kurdan. Songul wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di sala 2016’an vir de operasyonên li dijî kurdan zêdetir bûne. Bi operasyonan dixwazin pêşiya jinê bigirin û naxwazin jin xwe bi rêxistin bikin. Lê belê em tu carî li hember êrîşan serî netewînin. Îktîdara AKP’ê bi van êrîşên ku dane destpêkirin jinan hedef girtine. Her roj êrîşê sazî û dezgehan dikin. Tu êrîş û hêz nikare pêşî li tevgera me bigire. Li hember van êrîşan em ê xwe rêxistin bikin."   ‘Li hemberî hêza jinê operasyon pêk tên'    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Zozan Aksû jî diyar kir ku her roj bi operasyonên nû ve dest bi rojê dikin û wiha axivî: "Îqtîdara AKP’ê Komelaya Jinan a Rosayê, HDP û DBP’ê hedef girtiye û di ser van saziyên me de digire. Polîsan di ser KCD’ê de girtin û tabela anîn xwarê. Em nizanin ku ew çi dixwazin û çi digerin. Lê belê bila baş bizanibin bi girtin û binçavkirinê nikarin me bitirsînin û gavek me şûn de bide avêtin. Ev operasyona siyasî ku hat kirin li dijî hêz û tevgera jinê ye."   ‘Em ê bibin deng û berxwedana jinê’   Zozan, bi lêv kir ku di pêvajoya pandemiyê de jî îqtîdara AKP’ê zext û êrîşên xwe domand û wiha got: "Di vî pêvajoya nexweşiyê de êrîş û tacîza li dijî jinê zêde bû. Tevgera Jinê û TJA li hemberî van êrîşan hêza xwe kirin yek û li dijî êrîşan dengê xwe bilind kirin. Jinan got ‘em êrîşa li dijî jinê qebûl nakin.’ Îktîdara AKP-MHP’ê jî vî hêz û biryarê dîtin û ji ber vî jî ev operasyonên siyasî dan dest pê kirin. Lê bila baş bizanibin ku em tu carî li hember van êrîşan serî natewînin. Tu êrîş û zext nikare me bide sekinandin. Em ê bibin deng û berxwedana jinê. Ev operasyonên hatin kirin li dijî berxwedana jinê ye. Em ê bibin dengê hevalên xwe yên ku hatine binçavkirin û girtin.”