'Îşkenceya li hemberî Rojbînê îşkenceya li hemberî têkoşîna jinê ye' 2020-06-27 16:28:26   AMED - Rojbîn Çetîn duh li mala xwe bi îşkenceyê re rûbirû ma û siyasetmedarên jin bertek nîşanî îşkenceyê dan û gotin: "Divê derbarê mijarê de rayedar demildest daxuyaniyek bidin. Ger ku desthîlatdar li hemberê vê îşkenceyê bêdeng bimîne wê demê tê wateya ku piştgiriyê dide îşkenceyê."    Endama Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Çetîn di derbarê dozekê dihat darizandin duh polîsan bi ser mala wê de girtin û ew binçavkirin. Rojbîn Çetîn di hundirê malê xwe de bi îşkenceyê re rûbirû ma. Di têkildarî mijarê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji hêla serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran ve hat dayîn.    Meral diyar kir Rojbîn di şert û mercên awarte de hatiye binçavkirin û got: “Mala Rojbînê bi hemû hêzên polîsan ve hatiye dorpêç kirin. Hemû cîranên Rojbînê ji aliyê polîsên TEM’ê hatin tehdîtkirin. Polîsan dema Rojbîn di malê xwe de tenê bûye pêşî du heb kuçik şandine mal û polîsan kuçikan wekî amûrê îşkenceyê bikar anîne. Polîsan ligel kuçikan di hundirê malê de sê saet û nîv îşkence li Rojbîne kirine. Her wiha duh 26’ê Hezîran roja piştevaniya li dijî îşkenceyê bû ku Rojbîn bi îşkenceyê re rûbirû ma."   Meral di axaftina xwe de wêneyên Rojbîn nîşan da û da zanîn ku çavên Rojbînê hatiye reşkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di lingên wê de şûna diranên kuçikan, li ser pişta wê jî şûna pêlavan heye. Li re cihê laşê wê şopên îşkenceyê heye. Ligel îşkenceya fîzîkî îşkenceya derûniyê re jî rûbirû maye. Çavên wê giredane û gefan lê kirin e.”   Meral bang li rayedaran kir ku bila têkildarî vê mijarê de demildest daxuyaniyek bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her ku kî vê îşkenceyê kiribe divê demildest derkeve holê û ji peywîrê bên dûrxistin. Ger ku rayedar vê îşkenceyê nedabin kirin wê demê bila derkevin û daxuyaniyek bidin. Hevala me niha li emniyete di binçavan de ye û ligel kesên ku lê îşkence kirinê re dimîne. Hikûmeta AKP’ê her ku diçe doza îşkenceya xwe dixe lûtkeyek mezin û xistiye wekî rêbazek. Desthîlatdarekê ku xwe bi îşkenceyê dide danasîn hilweşandinê re mekhûm e. Wan îşkenceyan em ji darbeya 12’ê îlonê de dizanin.”   Ayşe Acar Başaran jî destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê di rêya Esad Oktay de dimeşe û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Ev êrîş li hemberê têkoşîn û vîna jinê ye. Ne tenê jinên kurd tên hedef girtin her wiha têkoşîna jinê ya kollektîf tê hedef girtin û bi wî awayî êrîşan dikin. Îşkence nayê qebûl kirin sûcekî mirovatiyê ye. Desthîlatdar jî nikare li ser vê îşkenceyê bigire. Ger ku desthîlatdar li hemberê vê îşkenceyê bêdeng bimîne wê demê tê wateya ku vê îşkenceyê re piştgirî dide. Desthilatdarek wiha divê îstifa bike. Em dûbare dibêjin ku hevala me ya Rojbîn ne tenê ye. Em ê doza wê dişopînin.”