Sersaxî ji bo malbatên Zehra, Hebûn û Emîne re hat xwestin 2020-06-27 15:07:07   KOBANÊ - Şêniyên Herêma Firatê û Dêrezorê çûn serdana konê sersaxî yên Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.    Meclîsa Malbatên Şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle merasîma sersaxiyê yên Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Rêveberiya Kongreya Star ya navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî ku di encama topabara balafireke keşifê ya bê mirov a dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan, çêkirin. Ji bo ku sersaxî ji malbatên wan bê xwestin, şênî ji tevahî navçe, bajarok û navçeyên Herêma Firatê, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, tevger û rêxstinên jin, her wiha ji bajarê Dêrezorê jî beşdarî konê sersaxiyê bûn. Piştî  deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hatin kirin.   Ser navê saziya Ol û Civakê Wehîde Sofî axivî û wiha got: "Em sersaxiyê ji hemû malbatên jinên qehreman re dixwezin. Pêşengên weke Zehra, Hebûn û Emîne ji nav me çûn, jinên ku me li gundê Helincê windakirin, êşke pir mezin bû û dê her di dilê me de bijîn. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê riya wan bişopînin."   Li ser navê rêxstinên jinan Sultan Hemdî axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em çiqas biaxivin û behsa şehîdan bikin jîem ê nikaribin mafê wan bidin. Dijmin her tim hewil dide ku vîna jina kurd bişkîne, loma em ê tu carî li hember armanca wan serî netewînin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya jinan e, Jin hebûn, edalet, wekhevî û hêza civakê ye. Loma ji bo ku dewleta tirk zemîna şoreşa me xirab bike, jinan hedef digre. Ji ber vê yekê divê ku em asta têkoşîna xwe bilind bikin, xwedî li berxwedana Zehra, Hebûn û Emîneyan derkevin û şoreşa xwe biparêzin."   Her wiha Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yê giştî Enwer Mislim jî axaftinek kir û wiha pê de çû: "Di kesayeta van jinên têkoşer de  armanc tunekirina zadiya Gelê Kurd e. Her wiha hedefgirtina pirojeya netewa demokratîk û hevgirtina  gelan e, dewleta tirk ditirse ku ev piroje li Rojhilata Navîn pêk were û desthilatdariya tirkiye têk biçe. Ji ber vê da ku em desthilatdarî û dagirkeriya tirkiyê têk bibin, divê ku em yekîtiya xwe xurtir bikin."   Herî dawî jî xwîşka jina têkoşer Zehra Berkel Dilê Berkel nêrînê xwe anî ziman: "Dijmin dixwaze xeta azadî û têkoşîna jin qir bike, lê em bi hêztir dibin. Dijmin bila baş bizanibe, heta ku yek jin di Kurdistanê de hebe wê berxwedana me li dijî faşîzma tirkiyê berdewam bike. Bila serê Gelê Kurd saxbe."