Sedema binçavkirina rojnameger Ayşe Kara nayê zanîn 2020-06-27 12:36:25   AMED - Sedema binçavkirina rojnameger Aşye Kara nayê zanîn. Parêzerê Ayşeyê da zanîn ku ji ber ku biryara nepeniyê heye sedema binçavkirinê nayê zanîn.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatiye destpêkirin de derbarê 64 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Duh di saetên serê sibehê de polîsan di çarçoveya lêpirsînê de bi ser gelek malan de girtibûn 44 kesî binçav kiribûn.    Rojnameger Ayşe Kara jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibû binçavkirin. Parêzerê Ayşe li Midûriyeta Polisan a Amedê bi Ayşe hevdîtin kir û ragihand ku rewşa Ayşe baş e. Ji ber biryara nepeniyê ya li ser lêpirsînê sedema binçavkirina Ayşeyê nayê zanîn.