Parlamenter bertek nîşanî binçavkirinan da: Jin hedef tên nîşandan 2020-06-27 09:58:16   AMED - Duh li Amed, Wan, Êlih, Şirnex, Edene, Stenbol û Îzmîrê 44 kes hatin binçavkirin. Têkildarê binçavkirinan de parlamentera HDP'ê Semra Guzel diyar kir ku ev êriş berdewamiya polîtîkayên tunekirina kurdan e. Parlamenter Remziya Tosun jî destnîşan kir ku ji bo ruxandina faşîzmê divê yekitî pêk bê.    Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku di 9’ê cotmeha 2018’an de bi ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibû girtin û di çarçoveya agahî û belgeyên hatibûn bidestxistin lêpirsînek nû derbarê KCD’ê de duh hat destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de biryara binçavkirina 64 kesan hat dayîn. Di çarçoveya operasyona navenda wê Amed e, li Wan, Êlih, Şirnex, Edene, Stenbol û Îzmîrê hat birêvebirin. Li van bajaran polîsan bi ser mal û saziyan de hat girtin. Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr, Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, Endama Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Rojbîn Çetîn, Rojnamevan Ayşe Kara, rêveber û nûnerên KCD, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokaratîk (DBP), Komeleya Jinan a Rosa, dayikên aştiyê, rêxistinên civakî yên sivîl û parêzer jî di nav de hene 44 kes hatin binçavkirin.  Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser avahiya KCD’ê ya li navçeya Peyasa Amedê jî girtin û lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerînê deriyê KCD’ê hat mohrkirin. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Semra Guzel û Remziye Tosun bertek nîşanî operasyonên siyasî da.    ‘Di hedefa îqtidarê de jin hene’   Semra di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser êrişên duh pêk hatî û got: “Ev êriş li dijî rêxistinên sivîlan, partiyên siyasî û Komeleya Jinan Rosayê pêkhat. Demeke dirêje li Amedê her roj em çavê xwe bi operasyonekî vedikin. Di van operasyonan de bi taybet hedefa wan jin e. Li dijî têkoşîna jinan êrişek mezin didin meşandin û em dibînin ku herî zêde jin tên girtin. Ji bo hevşaredariya Farqînê cezayê hepsa malê hatibû dayîn, ligel  wê ew dubare hat girtin. Endama KCD’yê Jiyan Taş ji bi heman şeklî beriya çend rojan hat girtin û hat berdan, duh dubare hat binçavkirin. Dixwazim diyar bikim ku jin ji ber ku li dijî lîstokên faşîzmê bêdeng neman û her tim li qadan têkoşîyan bûn hedafa wan.”   ‘Xebatên KCD'ê îlegalîze dikin'    Semrayê bal kişand ser 3 jinên siyasetmendar ên li Kobanê hatine hatin qetilkirin û wiha axivî: "Ev êrişên wan bi bakurê Kurdistanê re jî sînrodar nema. Êrişa xwe birin li ser başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê jî. Çawa ku li vir jin tên binçav kirin li Rojava ji jin tên qetilkirin. Bi taybetî jî ji ber ku li Rojava jinan rêxistinek xurt ya ku ji bo hemû parçeyên din re pêşenktiyê ava dike, bêhtir êrişê wan dike. Li başûrê Kurdistanê ji gel tên qetilkirin û li hemû deverê xakên kurdan tê bombebaran kirin. Her wiha êrişa îro li Bakur ji didin meşandin ji berdewamiya wan qîrkirinan e. KCD, di pêvajoya aştiyê de pêşenktiyê kiriye û îro dixwazin wê îlegalîze bikin. Bi vî rengî ji dixwazin rupelên şerê dijwar ji nû de gur bikin."   ‘Werin em faşîzmê têkbibin’   Semrayê herî dawî da zanîn ku ev êriş li dijî muhalefete ye û wiha berdewam kir: “Îktidara AKP’ê hemû hêzên ku ji wê re weke gefe ke dixwazin bişkînin. Bi vî rengî ji dixwaze îqtidara xwe bide berdewam kirin. Divê li dijî vê nêzîkatiyê ji em hemû siyasetmendar û Gelê Kurd daxwazê têkoşînê dikin. Meşa me ya demokrasiyê ji bi armanca vale derxistina polîtîkayên qirêj yên îqtidarê me da destpêkirin. Wê ev têkoşîna me dê berdewam bike. Hûn ji werin em bi hev re dawî lê bînin.”   ‘Dê bi yekitiyê faşîzim were ruxandin’   Remziye Tosun di axaftina xwe de qala lêgerîna ku li avahiya KCD'ê hatî kirin kir û wiha bi lêv kir: "Hemû pankart, flama û afîş ji avahiyê hatine derxistin. Ji bo operasyona ji derveyê Amedê polîs anîbûn. Lêgerîn ji bi saetan dewam kir. Ev êrişa li hemberî destkeftiyên jinan û kurdan hatiye kirin. Di vê pêvajoyê de bi rastî jî jin pêşenktiyê kir û her tim li dijî faşîzmê li qadan bûn. Ji ber vê yekê jin dibin hedefa yekem. Dixwazin bi qetilkirin, girtin û şîdetê jinê bitirsînin. Li her çar parçeyan êrîş êriş pêk tê. Ji ber vê ji divê hemû parçeyên Kurdistanê bi hev re li dijî faşîzmê têbikoşin. Em di wî baweriyê de ne ku wê ev faşîzim bi yekitiya netewî re were ruxandin û ev êriş vala bên derxistin.”