‘Di pêvajoya normalbûnê de divê hejmar di bin 100’î de bûna’ 2020-06-27 09:02:31   ÎZMÎR - Hejmara bûyerên vîrûsê li gelek bajaran piştî pêngavên asayîbûnê zêde bûn. Hevseroka SES a Îzmîrê Nursel Yucesoy wiha got: “Ji bo asayîbûnê divê hejmara bûyeran daketana bin 100’î lê di ser hezarî de ye. Divê welatî tedbîrên xwe bigirin.”   Ji ber vîrûsa korona (Covid-19) li Tirkiyeyê tedbîr hatibûn girtin û ji 1’ê Hezîranê şûnde pêvajoya asayîbûnê hat destpêkirin. Piştî normalbûnê li bajaran hejmara kesên bi vîrûsê ket zêde bû û li gelek bajaran walîtiyê ferz kir ku rûpûş bê bikaranîn. Welatiyan diyar kirin ku divê ji bo her kesî test bê kirin.   Welatiya bi navê Gonul Omer destnîşan kir ku pêvajoya asayîbûnê zû hatiye destpêkirin û hejmar di ser hezarî de nîşan dide û ev jî bi awayekî aşkera rewşê nîşan dide. Gonulê wiha got: “Mirovan xwe li her derê qelibandin. Her der tije kirin. Lê vîrûs hema wisa bi hêsanî derbas nabe. Aborî bû sedema asayîbûnê. Tenduristî tune hat hesibandin. Ez wek tedbîr mînak li mînebusê siwar nabim. Dimeşim. Em ji bo pêla duyem qet ne amade ne.”   ‘Vîrûs gihişt gundan jî’   Hakîme Kartaş ya ji Kutahyayê hatiye jî bi lêv kir ku yên ji derve tên gund 15 rojan di karantînayê de dimînin û wiha pê de çû: “Gund baştirin. Hewa paqij e, lê mixabin vîrûs heta gundan hatiye. Em hewl didin tedbîrên xwe bixwe bigirin. Em li otobusan jî siwar nabin.”   ‘Hek test bê kirin wê pêla duyem çênebe’   Ayşenur Feraç jî wiha got: “Mirov li navbera civakî baldar nabin. Bi awayekî têr test nayên kirin. Divê zêdetir test bên kirin. Mirov her roj li derve ne. Ji ber vê vîrûsê jî dibin malên xwe. Divê her tim li malên xwe bin. Di serî de şaşî hat kirin. Divê ji bo her kesî test bê kirin, wisa be wê pêşî li pêla duyem bê girtin.”   Gulhan Uner jî destnîşan kir ku piranî welatî rûpûş bikar tînin, lê otobus gelek qerebalixin û wiha pê de çû: “Divê sefer bên zêdekirin, çareseriyek bê dîtin. Li rawestgehan mirov dipên. Ji ber vê jî hejmar bi rehetî dikare zêde bibe.”   ‘Zabita û polîs rûpûş bikar naynin’   Jina bi navê Canan Ozenç jî bi lêv kir ku hinek polîs û zabita rûpûş bikar naynin lê li welatiyan ceza dibirin û ev tişt anî ziman: “Ev jî naqokiyê nîşan dide. Em li gorî rêbazan tevdigerin. Ji ber wan em bi vîrûsê dikevin.”   Sureyya Demîr jî daxuyakirin ku tenê li malê rûniştin fêde nake û divê zêdetir test bên kirin. Ayşe Gulden jî fikarên xwe yên li hember zêdebûna hejmaran anî ziman û got di otobusan de tu navber tune û ev jî bi xof e.   ‘Bila welatî tedbîrên xwe bigirin’   Hevseroka SES’ê ya Îzmîrê Nursel Yucesoy jî bi lêv kir ku normalbûn jî wek qedexeyên derketina derve yên dawiya hefteyê li gorî berjewendiyên sermayeyê pêk tên û got: “Ji bo asayîbûnê divê hejmar dakeve bin 100’î. Lê di pêvajoya normalbûnê de wek tê dîtin hejmar di ser hezarî de ye. Li gorî nifûsên navend û navçeyan, di navnîşanên wezareta tenduristiyê diyar kiriye de, test hatiye kirin. Hunê bibînin ku her ku hejmara testan zêde bibe wê hejmara vîrusê jî zêde bibe. Em bêjin ji sedî 60’ê testan bi bawere û dîsa jî ev daneyên baş nade. Yanî pêla yekem neqedyaye. Gel di rehetiyekê de ye. heta tedbîr neyên girtin, tiştek divê normal neyê nîşandan. Divê welatî tedbîrên xwe bigire.”