Şêniyên Kobanê çalakiya şermezarkirinê li dar xistin 2020-06-26 20:47:08   KOBANÊ - Bi sedan ji şêniyên Kantona Kobanê ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta tirk a li ser gundê Helincê, berê xwe dan navenda hêzên Rûsyayê û êrîş şermezar kirin.    Dewleta tirk di 23'ê Hezîranê de bi balafirên keşifê yên bê mirov gundê Helincê yê  Kobanê topbaran kir û di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Rêvebera Kongreya Star a navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Li dijî vê êrîşê Saziya Malbatên Şehîdan çalakiya pirotestokirina êrîşê li pêşiya navenda Hêzên Rûsiyayê ku li gundê Til-El Şeyîr li Rojavayê Kobanê ye li dar xist.   Kesên tevli çalakiyê bûn  li qada Şehîd Egîd kombûn û  maşîneyan berê xwe dan navenda hêzên Rûsyayê. Piştre girse li ber deriyê navendê çalakiya rûniştinê li dar xist û  dirûşmên "Bimre îxanet", "Jin, jiyan, azdadî" û  "Şehîd namirin" ber zkirin. Di vê çarçoveyê de şandeyek ku hevseroka Meclîsa Malbatên şehîdan Emîne Cido, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Arif Balî, Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Efendî, Hevserokê Meclîsa Edaletê Bekir Ceradê û Hevserokê Meclîsa Malbatên şehîdan a bajarokê Sirînê  Gêlo Elî ku rapora li ser daxwazên gel û êrîşa li ser gundê Helincê bi wêne û nivîs amedekiribûn, radestî generalê hêzên Rûsyayê kiirn.   ‘Hevdîtin li ser komkujiyê hat kirin’   Piştî zêdetirî seatekê ji hevdîtinê, şande ji avahiya rûsan derket û Hevseroka komîteya têkiliyên Derve ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Efendî  derbarê mijarê de axivî: "Hevdîtin li ser komkuijiya dewleta tirk a li gundê Helincê bû. Genêralê Rûsyayê ji me re wiha , ‘Em hêzeke leşkerî ne û tu berjewendiyên me yên siyasî, leşkerî û aborî tune ne. Hebûna me ya li vir ji bo parastina vî gelî ye’. Me ji wan pirsî gelo we çima tu helwest nîşan neda? Ji me re gotin ‘ me di derbarê bûyerê de lêpirsîn dest pê kiriye ji ber ku dewleta tirk vê êrîşê înkar dike’. Loma me jî got ger dewleta tirk înkar bike  jî, ên bixwezin hêzên ku ev komkujî kirine nas dikin . General soz da me ku ewê rê nedin careke din tu bûyerên wiha rû bidin ango şer biqewime û ew ê dosyaya ku me daye wan bighînin berpirsên payebilind ên Rûsyayê."    Çalaki bi dirûşman bi dawî bû.