Meclîsa Malbatên Şehîdan li dijî êrîşan daxuyanî da 2020-06-26 20:28:16   ŞEHBA - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şehba û Efrînê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk li ser gundê Helincê yê Kobanê şermezar kirin.   Bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedana dayikên şehîdan em ê faşîşîzma dewleta tirk têk bibin" Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şehba û Efrînê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk li ser gundê Helincê yê bajarê Kobanê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de malbatên şehîdan, şêniyên Şehba û Efrîn, endam û rêveberên Kongreya Star û Yekîtiya Jinên Azad amadebûn. Her wiha alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi dirûşma "Ji kuştına jinan re na" hat vekirin.    ‘Em serî natewinin’   Piştî bi deqeyek rêzgirtina ji bo berxwedêrên azadiyê, xwîşka pakrewan Yeşer Qehreman, Hêvîn Reşîd êrîş şermezar kir û wiha got: "Em komkujiya gundê Helincê ya bajarê Kobanê bi tundî şermezar dikin. Dewleta tirk bi armancgirtina jinan dixwaze destkeftiyên Gelê Kurd têk bibe, lê em wek gel tune nabin û em ê her berxwedana xwe bidomînin."   ‘Em hedefgirtina sê jinan şermezar dikin’   Hevjîna pakrewan Ebo Ibrahîm, Wefa Hisên jî wiha got: "Dewleta tirk a dagirker bi pêkanîna komkujiyan û bi taybet bi komkujiyên li dijî jinan dixwaze îradeya me bişkîne.  Lê berovajî li dijî kiryaran îradeya me xurtir dibe. Em wek hevjînên şehîdan hedefgirtina sê jinan şermezar dikin."   Daxuyani bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.