Li Mexmûrê êrîş hatin şermezarkirin 2020-06-26 19:10:40   MEXMUR - Şêniyên Wergeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) derbarê êrişên dewleta tirk û her weha bêdengiya li dijî van êrişan daxuyanî dan.   Her roja derbas dibe jî ber êrîşên dewleta tirk komkujî pêk tên di derbarê van êrîşan û bêdengiya heyî de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê daxuyanî hat dyîn û êrîş hatin şermezarkrin. Daxuyanî li avahiya Malbatên Şehîdan a wergehê hat dayîn. berî daxuyanî des pê bikê ji bo têkoşerên azadiyê deqek rêz hat girtin û daxuyanî ji aliyê Endamê Pêwendiyên Derve Nêçîrvan Bulut ve hat xwendin.   Daxuyanî weha ye:    "Weke çapemenî, raya giştî û Gelê Kurd dizane di van demên dawî de dewleta faşist a Tirk rojane bi şêweyek hovane êrişî nirx û destkeftên Gelê Kurd dike. Bê ku ferq û ciyewazî bixe nav, bi hinceta êrişa li dijî Têkoşîna Azadiyê li başûrê Kurdistan êrişê cih û warên sivîlan û li rojavayê Kurdistanê jî êrişê nûnerên gel yên hilbijartî dike. Bi van êrişan dewleta hov ya tirk dijminahiya xwe ya li hember kurdan berdewam dike. Êrişên dewleta Tirkiye pir vekirî hebûna kurdan, îradeya  gel ya serbixwe û nirxên têkoşîna azadiyê dike armanç û bi van pêkanînên xwe, dijminahiya xwe ya li beramberê Gelê Kurd bi eşkere diyar dike. Armanç û niyeta dewleta tirk û hevalbendên wan gav bi gav li Kurdistanê peşxistina dagirkeriyê û şikandina îradeya gel ya azad e. Ev êriş encama siyaseta qirker û polîtiqaya tunekirina Gelê Kurd ya dewleta tirk e. Armanca êrişên li başûrê Kurdistanê ku gel û gerîla ji hev qut bike. Armanca êrişên li ser Mexmûr, Şengal û rojavayê Kurdistanê, jiholêrakirina sîstema xweseriya demokratîk, yekrêzî û daxwaza bi hev re jiyana gelan û têkbirina destkeftên Netewa Kurd e.   Ev zîhniyeta DAÎŞ'ê ya têkçûyî ye   Weke şêniyên Penaber ê Wargeha Mexmûrê di serîde em ciwanên pakrewan û qehremanên welatparêz yên herêma Şêlediza Serhildêr Deman Omer, Newzad Mustafa, Azad Mehdî, Muxlis Adem, Emîn Salih Hesen  endama Koordîsyana Kongra Star Zehra Berkel, endama Meclîsa jinan a Kobanê Hebûn Mele Xelîl û dayîka bi navê Emîne Weysî ya Kobanê ku sembola berxwedan û qehremaniya têkoşîna jina azad, herwiha Şehîdên gûndê Kunemasî yê bi ser nafçeya Şarbajêr ya bajarê helmet û qûrbanî yên Silêmanî ku di encama bombardimanê de hatîn şehîdxistin bi rêzdarî bi bîr tînîn û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Em ji bo malbatên wan ên welatperwer û gelê têkoşêr ê Kurdistanê sersaxî dixwazîn û ji bo birîndarên ku di nava wan de  jin û zarok jî hene selametî û şîfayê dixwazîn. Wê serhildêr û berxwedêriya wan bi ser bikeve û wê dijminên faşist ên Gelê Kurd di nava xwîna wan pakrewanan de bê henase bîmînin. Em di wê baweriyê dene wê gelê me helwesta pêwîst nîşa bide, li şehîdên xwe xwedî derbikeve û wê tû caran li beramberê dijminên dagirker serê xwe ne tewêne. Êrişa li dijî ciwanên qehreman yên herêma Şêledizê bi zanebûn hatiye kirin û bi van êrişan tê armançkirin, ew rihê serhildêr û berxwedêr ê herêmê were fetisandin û ji holê were rakirin. Bi heman rengî hedef girtina rêveberiya xweser a herêma Firatê li Kobanê berdewamkirina zihniyeta DAIŞ'ê ya li Kobanê têkçûyî ye. Em van êrîşan tund şermezar dikin.   Êrîş sûcê mirovahiyê ne   Em dibêjin ev êrişên dewleta faşist û hevalbendên wan sûcên mirovahiyê ne û divê ev  binpêkirinên hovane bi şêweyek berfireh û rasterast ji tevahî cîhanê re bên belavkirin û dengê gelê mazlûm bê bihîstin.  Pêwîst e raya giştî li beramberê vê polîtiqaya qirker û tuneker bêdengiya xwe xirap bike û li beramberê pêkanînên dewleta faşist bikevin nava hewldanên pêwîst. Divê Gelê Kurd bizane ev êriş li ser îradeya wan ya azad û destkeftên wan yên bi nirx in, ji bo vê divê di serî de başûrê Kurdistanê tevahî Gelê Kurd bi rihê gelê Şêledizê û bi giyanê Kobaniyên berxwedêr serî hildin. Ger Gelê Kurd bêdeng bimîne û li erk û berpirsyariyên xwe xwedî dernekeve, wê ev êriş berdewam bibin û wê Kurdistan bi giştî were dagirkirin. Ji bo Kurd mafên xwe yên rewa û nirxên xwe biparêzin, pêwîste li beramberê îxaneta navxweyî rawestin û li dijî êrişan qada navnetewî bixin tevgerê. Herwiha em bang li Hukumeta Iraqê, Hukumeta Herêma Kurdistanê dikîn û dibêjin bes bibin şirîkê hovitiya dewleta faşist a Tirk. Gelo heta kengê wê li başûrê Kurdistan û Iraqê serweriya axa we were binpêkirin, wê mirovên bê gûneh werin hedefgirtin, wê mal werin wêrankirin û hûnê bêdeng bimînin. Bêdengiya we şîrîkatiya qirkirin û qetlîaman e. Pêwîste dewleta Iraq û partiyên başûrê Kurdistanê helwesta xwe zelal deynin holê û li beramberê dewleta Tirkiye sekna xwe diyar bikin.    Weke Gelê Welatparêz yê êş kîşayî û bi xwe her roj bi êrîşan re rûbirû ye, em dûbare şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînîn, êrişên dagirkeran şermezar dikîn, helwest û berxwedana gelê xwe silav dikîn.  Herwiha banga li erk û berpirsyariyên xwe xwedî derketinê li hêzên berpirsyar, hêzên navnetewî, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî dikîn. Bi hêviya jiyanek birûmet, serkeftina hêzên azadîxwaz û têkçûna hêzên xwinmij û qirker."   Daxuyanî bi dirûşmên duruşmên, "Bijî Têkoşîna Gelê Kurd yê Berxwedêr", "Bijî Yekitiya Netewî ya Gelê Kurd" û "Bijî serok Apo" bi dawî bû.