Leyla Guven: Wê kurd bi gefan serî netewînin 2020-06-26 18:02:26   AMED - Di daxuyaniya ku li dijî operasyonên pêkhatin de ji aliyê rêxistina KCD'ê ve hat dayîn de Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven axivî. Leyla diyar kir ku KCD rêxistina hemû gelên Mezopotamyayê ye û dixwazin bi girtina KCD'ê re van hemû gelan îlegalîze bikin.”   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarê operasyonên li dijî avahiya KCD'ê, rêxistinèn sivîl û siyasetmendaran pêkhateyan daxuyaniya çapemebiyê li avahiya DBP'ê da. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmèn Demokratîk(DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinèn sivîl, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û Parlementerên HDP'ê beşdarî daxuyaniyê bûn.   ‘KCD partiya hemû gelên mezopotamyayê ye’   Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di serî de mafê axafitnê girt û wiha diyar kir: “Êrişên li dijî KCD’e û siyasetmendarên kurd tên kirin em qebûl nakin. Di avahiya me de bi seetan lêgerîn pêkhat û di lêgerînê de ji bi tu şêweyî xeber nedan me. Ji salên 2014’an ve KCD dixebite, dixwazin di hindir de tiştekî îllegal bibînin. Lê ji roja yekem heta niha me hertim xebatên xwe bi awayek legal dan meşandin. Di van êrişên dawî de gelek hevalên me hatin binçavkirin û yek ji wan jî dayika Aşitiyê Meqbûle Ozbey e ku hat binçavkirin. Ev jî dide diyarkirin ku mesele HDP û KCD nîne. Mesele kurd in. Di MYK ya sala 2014’an de plana şkestinê ya ku mîmarê wê Suleyman Soyluye dan destpêkirin. Li ser hemû parçeyên Kurdistanê êrîş tên kirin. Ev jî berdewamiya wî planî ye. Lê divê were zanîn ku wê ev planên wan tucarî bi ser nekevin. 100 salin kurd têkoşînê didin û wê ev têkoşîna wan zu yan dereng bi ser keve. Wê kurd li dijî gefan serî netewînin.”   'Êrişa sêyem ya cîhanê ye li ser kurdan'   Berdevka TJA’yê Ayşe Gokan jî got şerê sêyem yê cîhanê li ser kurdan e û wiha berdewam kir: “Di şerê yekem yê cîhanê de gotin hêza kurdan, siyaseta kurdan tune ye. Kurd nikarin bibin rêxistin. Di şerê duyem de jî bi heman şeklî polîtîkayên tunekirina kurdan dan meşandin. Ev polîtîka jî bi armanca tunekirina kurdan tên meşandin û ev jî şerê sêyem ê cîhanê li ser kurdan tê meşandin e. Bi komeleya Rosayê re dest bi êrişa xwe kirin û îro jî bi KCD’ê didin berdewam kirin. Ev mîlîtarîzm, nîjatperestÎ û olperestî ye. Em nikarin vê weke operasyon bi nav bikin. Lê divê kurd bizanin ku ji yekitiyê zêdetir riya me tune ye. Divê hemû kurd bibin yek. Bangewaziya me di serî de ji bo jin û hemû kurdan e. Rêvebereke me ya bi hêz heye.”   ‘Li ser hemû parçeyan êriş heye’   Parlementera HDP’ê Remziye Tosun herî dawî mafê axaftinê girt û wiha got: “Li ser KCD’ê êrişek pêk hat. Flama, pankart û hemû tabelayên wan anîn xwarê. Ev êrişeke berfireh e. Ji her alî ve,  li ser hemû parçeyên Kurdistanê êriş heye. Bifikirn li Parîsê 3 jinên siyasetmedar hatin qetilkirin û li Kobanê jî bi heman awayî 3 jinên siyasetmendar hatin qetilkirin. Bi taybet li ser jinan û li ser hemû Gelê Kurd kurd êrîş heye. Li Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava ji heman polîtîka didin meşandin. Em bang li hemû kurdan dikin ku ji yekitiyê şundetir rêya me ya serkeftinê tune ye. Yekitî, yekitî yekitî.”