Li dijî êrîşan li Şengalê meş hat lidarxistin 2020-06-26 15:49:52   ŞENGAL- Li dijî êrîşên li ser Gundê Kobanê yê bi navê Helincê li Şengalê meş hat lidarxistin.    Dewleta tirk bi balafirên bê mirov (SIHA) êrîş Gundê Helincê yê Kobanê kiribû. Di encamê de 3 jinan jiyana xwe ji dest dabûn. Li dijî van êrîşan li Şengalê meş hat lidarxistin. Meşê ji ber Meclîsa Giştî ya Xanesorê dest pê kir. Meş li Çerxerêya Ezîdxanê bi dayina daxuyaniyê bi dawî bû.    Jinên Êzidî yên beşdarî meş û daxuyaniyê bûn li dijî êrîşan nerazîbûna xwe nîşan dan. Jinan gotin ew ê li dijî êrîşên dewleta tirk serî netewînin.    'Em ê li dijî êrîşan bêdeng nemînin'   Kinê Xidir nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşan wiha anî ziman"Em îro ji bo şêniyên li Kobanê li qada ne. Bila dijmin baş bizanibe em her gel şêniyên Kobanê ne. Hêvî û daxwaza min ji kesî re heye ku li hember qetilkirin û kuştinan rabin ser piyan. Em ê li dijî êrîşan bêdeng nemînin."   'Em ê tu carî êrîşa dagirkeran qebûl nekin'    Hevseroka Meclîsa Xanesorê Fehîme Silêman wiha got:"Em qetilkirina jinan tu carî naxwazin. Êşa hemû jinan yek e. Pêwist e hemû jin li berxwe bidin û bêdeng nemînin. Ez bang li hemû jinan dikim ku li dijî êrîşan çalakiyan li dar bixin. Em ê her tim li ser piya bin. Em ê tu carî êrîşa dagirkeran qebûl nekin.    'Em qetilkirina jinê şermezar dikin'   Emşê Xidir wiha got:"Pêwist e em li jinên Kobanê xwedî derkevin. Em qetilkirina jinê şermezar dikin. Çawa di fermanê de me li ber xwe da em ê niha jî li berxwe bidin.  Bila tu kes li hember qetilkirina jinan bêdeng nemînin."   'Em li dijî êrîşên dewleta tirk serî natewînin'   Neam Elyas wiha got:"Em wek jinên Êzidî li dijî kuştina jinan bêdeng namînin. Ji bo Rojavayê Kurdistanê çi ji destên me bê em ê bikin. Bila gelê me li dijî bêdengiyê rabe ser piyan. Em li dijî êrîşên dewleta tirk serî natewînin."