'Pergala hevserokatiyê hêza guhertin û veguhertinê ye' 2020-06-26 15:41:49   HATAY - Di daxuyaniya Meclisa Jinê ya HDP'ê ku di çarçoveya kampanyaya "Têkoşîna jinê li her derê ye" hat dayîn de endama PM'a HDP'ê Mehtap Sert bal kişand ser polîtîkayên qeyûm û wiha got: "Pergala hevserokatiyê ne tenê ne nûnertiya wekhev e. Hêza guhertin û veguhertina civakê ye."   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îskenderûna Hatayê derbarê kampanya xwe ya bi dirûşma "Têkoşîna jinê li her derê ye" ku li dijî tundiya li ser jinan da destpêkirin de daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya navçeyê ji aliyê endama PM'ê ya HDP'ê Mehtap Sert ve hat xwendin. Mehtap diyar kir ku qeyûm êrîşa li dijî îradeya gel in û binpêkirina mafê gel ê bijartin û hilbijartinê ne.   Qeyûm ji bo me ne pirsgirêkeke giştî ne'   Mehtapê diyar kir ku îqtîdar dixwaze pergala hevserokatiyê ji holê rake û got ku karê qeyûmn tayînî şaredariyên HDP'ê hatin kirin ê ewil deteserkirina destkeftiyên jinan bû. Mehtap wiha berdewam kir: "Qeyûm ji bo me ne meseleyeke giştî ne. Divê tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê jî li dora vê pergalê bibin xelek. Ji ber ku pergala hevserokatiyê tenê ne nûnertiya wekhev hêza guhertin û veguhertina civakê ye. Kampanya biqede jî wê mijarên wekî qanûna înfazê, qeyûm, zewaca di temenê biçûk de û tundiya li ser jinê her di rojeva me de be."