'Têkoşîna me nikare bê darizandin' 2020-06-26 12:27:14   STENBOL - Rizgariya Jinênêî, bertek nîşanî operasyona li Amedê li dijî jinan pêk hat da û got,"Têkoşîna me nikare bê darizandin."   Vê sibehê bi ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya li Peyasa Amedê de hat girtin. Li avahiyê li gel lêgerîna berdewam dike, di encama serdegirtina malan de gelek siyasetmedar û aktîvîst hatin binçavkirin.     Rizgariya Jinê di parvekirina xwe ya li ser hesabê medya civakî de bertek nîşanî binçavkirina jinan da û êrîş şermezar kirin. Rizgariya jinê di parvekirina xwe de wiha got: "Vê sibehê operasyoneke din li Amedê li dijî jinan pêk hat. Di di encama vê operasyonê de di nav de rêvebera Komelya Jinan a Rosayê Rojda Bariş, dayikên aştiyê, jinên TJA'yî û ji gelek saziyên din bi giştî 8 jin hatin binçavkirin. Têkoşîna jinê nikare bê darizandin."