Li dijî binpêkirina mafan girtî di greva birçîbûnê de ne 2020-06-26 09:15:29   AMED- Greva birçîbûnê ya sê girtiyên jin ku ji bo sê rojan li dijî binpêkirina mafan, li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dabûn destpêkirin berdewam dike.   Elîf Denîz, Ronahî Sirdaş û Melek Evren ên li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtî ne, li dijî binpêkirinên mafan yên li girtîgehan ji bo sê rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Girtiyên jin diyar kirin ku midûrê nû yê tayînê girtîgehê bûye li baxçe û li ser piyan jimartinê ferz dike, binpêkirinên mafan û cezayên hucreyê zêde bûye û gotin ku li dijî vê dest bi grevê kirine. Parêzerê Ronahî Sirdaş, Şerzan Yelboga bi lêv kir ku du roj berê bi muvekîla xwe re hevdîtin kiriye û muvekîla wî rewşa ku dijî vegotiye.   ‘Ji du rojan carê ava germ didin’   Şerzan destnîşan kir ku di dema vîrusê de li girtîgehan zext zêde bûne, lê li Mêrdînê ev zext derketine du katî.Şerzan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hemû girtîgehan di pêvajoya pandemiyê de di mijara paqijiyê de hişyarî tên kirin. Lê li Mêrdînê ev rewş diguhere. Ji bo her koxuşê bi 45 deqe navber av tê dayîn. Heta bîdonan didin girtiyan û dibêjin avê tije bikin. Seranserê rojê ava bîdon bi kar tînin. Du rojan carê ava germ tê dayîn. Li girtîgeha Mêrdînê bi tu awayî li gorî rêbazên pandemiyê tevnagerin.”   ‘Ya li baxçe ya jî li ser piyan jimartinê dikin’   Şerzan bi lêv kir ku ji ber pandemî li gelek girtîgehan belav bûye gardiyan nakevin koxuşan û wisa jimartinê dikin û got: “Lê li Mêrdînê rêveberî li vê baldar nabe.  Ya girtiyan derdixin baçe yan jî li ser piyan jimartinê ferz dikin. Li Mêrdînê sê girtiyên jin li dijî vê dertê û îtîraz dikin. Muvekîla me Ronahî ji ber îtîrazê rastî salek cezayê hucreyê du sal jî hevdîtina bi malbatê re hat. Girtiyên din jî çawa ku ev cezayê dîsîplînê hat erêkirin dest bi grevê kirin.”   Ji girtiyan banga hestiyariyê   Şerzan di dawiya axaftina xwe de got jinan bang li hemû raya giştî kiriye û got: “Sê girtiyên jin ji bo encamên girantir dernekevin holê ketin greva birçîbûnê. Ji bo ev tecrîd rabe bang kirin ku her kes dengê wan bide bihistin û hestiyar tevbigerin.”