‘Li dijî êrîşan divê bêdengî bê şikandin’ 2020-06-26 09:04:25   AMED - Bertekên li dijî êrîşên li hemberî Mexmûr, Şengal, Qendîl û Kobanê didomin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê li hemberî bêdengiyê bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Divê îxaneta di nava kurdan biqede."   Balafirên şer ên Arteşa Tirk êrîşê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Şengal, Qendîl û Biradost, Şêladiz û Kobanê kir. Bertek û nerazîbûnên li hemberî êrîşan didomin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê êrîş şermezar kirin û banga berxwedanê kirin.    'Divê em bibin yek'   Raîfe Ozbey bal kişand li ser yekitiya neteweyî û diyar kir ku heta ku kurd nebin yek dê xetereyê bidomin. Raîfe, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Daxwaza hemû kurdên bi rûmet avakirina yekitiya neteweyî ye. Di vî milê de jî rola başûrê Kurdistanê girîng e, pêwist e ku Başûr nebe şirîkê dagirkeran. Armanca dagirkeran ew e ku di nav kurdan de birakujiyê pêk bînin. Ji xwe ji ber vê sedemê em hê jî nikarin bibin yek. Çima li Başûr tijî mît û ajan hene. Ka bi birakujiyê çi ketiye destê Başûr ku hêj jî vî îxanetê re berdewam dikin. Bila êdî dev ji van tiştan berdin. Ji ber ku mirov xwişk û birayê xwe nade kuştin. Dilê me divê bi hevre be, gava em bibin yek kes nikare ewqas bi hêsanî li ser me êrîşan pêk bîne. Wexta KDP destûrê nede dewleta tirk, wê demê wiha nikare êrîşan li ser axa Kurdistanê çêkin. Ji ber çi li ser Wargeha Mexmûr û Şengalê êrîş dikin û sivîlan hedef digirin. Şengalê ku di sala 2014’an de ji destê ÎŞÎD’ê xelas bibûn îro dîsa bi deste dewleta tirk û başûrê rastî êrîşan tên.”   'Çima bêdeng in'   Makbûle Ozbek, bal kişand ser bêdengiya ku hati afirandin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bila kurd baweriya xwe ji tu kesê neyînin. Çavê her dewletê li ser xaka Rojhilata Navînê ye. Li ser Kurdistanê berjewendiyên hemû dewletan heye, çima başûr ji berjewendiyên tirkan re deng dernake. Ji bo mijara kurdan, li ser cîhanê tu mafên mirovatiyê derbas nabe. Ji ber vê yekê divê kurd êdî zilma li ser gelê xwe re bêdeng nemîne.”    'Bila îxanet biqede'    Nazîme Yurek jî êrişên dewleta tirk ya li ser Mexmûr, Şengal û Qendîlê şermezar kir û got: “Di her rabûna balafirên şer de, em xemgin û bi fikar dibin. Daxwaza me ya dayikên aştî ew e ku bila êdî rondik ji çavên dayikan nebarin. Rengê hemû hêsîrên dayikan wek e. Bila êdî îxaneta di nav kurdan de biqede û bibin yek.”