Kongreya Star: Ev êrîş sûcên li hemberî pêşeroja jinan e 2020-06-24 15:39:06   QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê şermezar kirin.    Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê yê Kantona Kobanê şermezar kir. Koordînasyona Kongreya Star a Rojava got: "Em van êrîşên hovane careke din bi tundî şermezar dikin. Em soza têkoşîna rêheval Zehra, Hebûn û yadê Emîne didin heta ku zêhniyeta qirker û faşîst ji holê rabe em ê li ber xwe bidin."   Daxuyanî wiha ye:    "Em wek Koordînasyona Kongreya Star êrîşên li ser Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Zehra Berkel, Bedîa Mele Xelîl (Hebûn) û yadê Emîne Mihemed Weysî bi tundî şermezar dikin. Li hember êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a faşîst, kurd û dostên kurdan li her derê di nava berxwedan û têkoşîneke bê hempa de ne. Gelê me û bi taybet jinên pêşeng ji bo civakek zanistî, exlaqî û azadî berdelên giranbuha dane, wek şehîdên nemir Hevrîn Xelef û yanê Eqîde.   Divê ev êrîşên hovane werin sekinandin   Sûcên şer ên dewleta tirk a faşîst, li hember xeta azadiya jinê zêde bûne. Di şeva 23'yê Hezîranê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel, yadê Emîne Mihemed Weysî û hevala me Bedîa Mele Xelîl li gundê Helencê yê girêdayî Kantona Kobanê di encama êrîşek balafira bê mirov de şehîd bûn. Herêma Firatê û bajarê Kobanê bi hevkariya hêzên Rusya dihat bidestgirtin. Her wiha li bajarê Besre yê girêdayî Dêrezorê êrîşeke hovane li ser mala jinê hate kirin. Di van êrîşan de berpirsiyar hemû dewleta tirk û hevkarên wê ne. Di qetilkirina hevalên me de jî hêzên Koalîsyona navneteweyî û dewleta Rusya berpirsiyar e. Em hesab ji wan dipirsin û dibêjin divê ev êrîşên hovane yên dewleta tirk bidin sekinandin nebin hevkarê qetlîama jinên kurd û Gelê Kurd.   Ev êrîş sûcên li hemberî pêşeroja jinan e   Her ku jin zane dibin, xwe bi rêxistin dikin, tirsa hemû hêzên dijberî jinan jî mezintir dibe. Di nava pergala faşîst, qirker, dagirker de cihê jinan, hebûna jinan tune ye. Em hebûn, zanebûn û jiyana xwe bi xwe diparêzin. Ji ber vê sedemê erişên dagirker, di serî de li ser hebûna me, jiyana me û warê me berdewam in.Bi taybet di vê meha Hezîranê de ku li her devera gelê Kurd û jinên Kurd lê hene, di nava berxwedan û têkoşîna bêhempa a parastina nirxên xwe de ne. Ev êrişên qirker êdî bê sînor bûne. Li ser civaka sivîl êrişên leşkerî ku tên kirin, sûcên şer in û jinên  siyasetmedar ? birêxistinkirî hedefgirtin, sûcên li hemberî  pê?eroja  jinan e. Ji  bo  vê  em  bang  li hem?  jinên  cîhanê  ? rêxistinên  jinan dikin ku li hemberî  van  êrî?an  helwestê  diyar  bikin  ?  pi?tgiriyê bidin berxwedana  jinên  Kurd. Her wiha  banga  me  ji gelê  Kurd  ?  dostên  Kurdan  re  heye ku  bê  navber  di  nav  çalakiyan  de bin, li dijî  fa?îzmê ? îxanetê   berxwedanê  mezin bikin. Dewleta tirk a faşîst bûye kujerê jinan. Qetilkirina jinên birêxistinkirî bûye armanca faşîzma tirk û serçete Erdogan.   Em ê soza têkoşîna şehîdan mezin bikin   Em van êrîşên hovane careke din bi tundî şermezar dikin. Em soza têkoşîna rêheval Zehra, Hebûn û yadê Emîne didin heta ku zihniyeta qirker û faşîst ji holê rabe em ê li ber xwe bidin, ev êrîş biryar û lêgerîna me ya azadiyê bi hêz dike, her şehîdek rêxistinbûyîn û têkoşîna me geş dike. Em bi pêşengtiya Zehra, Bedîa û yadê Emîne azadiya jinan û gelan mîsoger bikin."