'Divê jin dakevin qadan' 2020-06-24 14:02:57   NAVENDA NÛÇEYAN - JKŞ'ê êrîşa li Kobanê hat kirin bi awayekî tund şermezar kir û bang li jinan kir ku dakevin qadan.   Li dijî êrîşa li gundê Helîncê yê Kobanê ku ji aliyê dewleta tirk bi firokên bê mirov (SÎHA) hat kirin û di encamê de endma Koordînasyona  Herêma Firatê  Zehra Berkel û Hebûn Mele Xelîl jî heye 3 jin hatin qetilkirin bertekek jî ji Jinên Şoreşger û Komunîst (JKŞ) hat.  JKŞ'ê di daxuyaniya derbarê mijarê de weşand wiha got: "Wê dewleta tirk hesabê êrîşa li ser jinan bide."   Daxuyaniya JKŞ'ê ku êrîşan tund şermezar dike wiha berdewam dike: "Dewleta tirk, van êrîşan bêyî hêzên emperyalîst nikare bike. Di serî de Rusya hemû hêzên naveneteweyî hevkarên vê komkujiyê ne."   'Divê jin dakevin qadan'   Jinên JKŞ'yî di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku bi êrîşên jinan hedef digirin re dixwazin destkeftiyên jinan tune bikin û wiha dawî li daxuyaniya xwe anîn: "Ev êrîş li hemberî hemû jinan hatiye kirin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê êrîşa îradeya me hedef gitiye dakevin qadan. Dewleta dagirker, wê hesabê van sûcên dike bide."