Bertekên li dijî êrîşan dewam dikin 2020-06-24 13:57:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kobanê û Helebê êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê bi daxuyaniyan hatin şermezarkirin.   Dewleta tirk di 23'yê Hezîranê de bi balafirên bê mirov êrîşî gundê Helincê yê Kantona Kobanê kirin û di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehra Berkel, Endama Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Elî û Emîne Mihemed Weysî jiyana xwe ji dest dan. Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li seranserî Rojavayê Kurdistanê çalakiyên nerazîbûnê tên nîşandan. Li bajarê Kobanê Rexistina Kongreya Star û li bajarê Helebê jî Jinên Ciwan daxuyanî dan.    Kongreya Star a Kobanê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin   Rêxistina Kongreya Star a Kantona Kobanê û bi dehan jinên Kobanê girêdayî bûyera duh şev di saet 19:00'an de dewleta tirk bi balafirên bê mirov (SIHA) li gundê Helincê yê ku li Rojhilatê bajarê Kobanê dikeve daxuyaniyeke çapemeniyê li qada Ş. Egîd Korkmaz dan. Di encama êrîşan de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û dayika bi navê Emîne Mihemed Weysî jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de wêneyên Zehra Berkel, Emîne Mihemed Weysî û alê Kongreya Star hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Zagonsaz ya herêma Firatê Fewza Ebdî ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye: "Duh li gundê Helincê bûyereke li dijî mirovahiyê bi destên dewleta tirk ya dagirker ve pêk hat û di encama êrîşan de kesên sivîl hatin hedefgirtin. Ev kesên sivîl tenê kar û xebatên wan rêxistinkirina jinan a di nava civakê de bû. Dayika Emîne Muhemed Weysî jî yek ji dayikên ku di mala xwe de zarokên xwe xwedî dikir, ev dayik û hevalên wê bi awayekî  hovane hatin qetilkirin. Armanca dewleta tirk tenê tesfiyekirina rêxistinkirina jinê ye. Zehra Berkel tenê xeta têkoşîn û berxwedanê ji xwe re hilbijartibû, gelek hewldanên Zehra hebûn ku hemû jinan bigihêjîne asta zanebûnê û jin bigihêje azadiya xwe.    Dewleta tirk her tim malên gel hedef digire bi taybet jinan ji xwe re hedef digire. Ev dide diyarkirin ku dewleta tirk ji hêz û vîna jinê ditirse. Em weke jinên Rêveberiya Xweser û jinên Kobanê van kiryarên hovane yên dewleta tirk bi awayekî tund şermezar dikin, em ê riya Zehra û rêhevalên wê bişopînin û xeyalên wê jî pêk bînin. Lê ev êrîşa ku duh şev hat qewimandin em Koalisyona Navneteweyî û hêzên Rusî di derbarê vê bûyerê de berpirsiyar dibînin. Eynî dîrok xwe dubare dike. Sibehê 25'ê Hezêranê ye dîsa bi destên dewleta tirk Komkujiyeke hovane pêk hat û di encamê de 250 kesî jiyana xwe ji dest dan û di nava wan de jî gelek jin hebûn, di van êrîşan de xwestin îradeya gel têk bibin, lê gel dev ji berxwedanê  bernedan. Ji ber ku rojane gel tên topbarankirin û bi darê zorê ji malên xwe koçber dibin. Dema ku dewleta tirk dibîne ku gel gavekê pêşde diavêje û bi taybet di van demê dawiyê de xwestin yekrêziya Kurdî ava bikin. Lê dewleta tirk tehemul nekir careke din êrîşî gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê kir û hîna êrîş berdewam in, wê rêxistina jinê dagirkeriya dewleta tirk têk bibe."   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî"  û "Bijî berxwedana gelê Kobanê" bi dawî bû.   Jinên Ciwan ên Helebê bi daxuyaniyekî êrîşên dewleta tirk şermezar kirin   Bi armanca şemezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê Helincê ya Kantona Kobanê, Jinên Ciwan ên Helebê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de bi dehan endamên jinên ciwan û şêniyên Helebê amade bûn. Daxuyanî li ber navenda Jinên Ciwan a taxa Şêx Meqsûdê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Tevgera Jinên Ciwan Emîne Ebdo ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Careke din dîmenekî ji hovîtiya dewleta tirk ên li ser sûcên ku roj bi roj zêde dike derket holê. Di rojeke wisa de ku di salvegera komkujiya Kobanê de pêkanîna komkujiyeke din bi zanebûn e û ne teseduf e. Ji ber êrîşa ku duh pêk hatiye di encamê wê de sê jin şehîd ketin û her sê jî di nava kar û xebatên jinê de cihê xwe digirtin. Dewleta tirk bi vê êrîşê dixwaze îradeya jinê bişkîne û civakê ji kokê de hilweşîne, ji ber jin pêşenga civakê ye. Em wek Jinên Ciwan van êrîşan bi tundî şermezar dikin û em dibêjin ku ev êrîş bê bersiv namîne. Em ê bi rihê tolhildanê tev bigerin, xeta jinê azad mezintir bikin û pilanên dijmin vala derbixînin."   Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.